Ji çiya, ava,Simoyê Şemo

Mêrg, delava,

Surê, sermê,

Berfê, germê,

Ji rojêd reş,

Ji teva geş,

Ji hêwirzê,

Beza, xezê,

Ji birûska,

Ji pirîska,

Ji xuşîna

Barana gurr,

Galegala

Kanînga durr

Pêşda hatî,

Gihîştî cî,

Zimanê meyî

Kurmancî…

Bûyî mertal

Ber tîrê qal,

Hemû dera

Ber neyara.

Rojêd giran,

Dewrêd wêran

Te xwey kirîye,

Te rew kirîye,

Bûyî şemdan,

Emir û can.

Nav şevêra,

Dewr, qurnêra

Çewa nemir,

Gîhandîye vir,

Cimeta min,

Dayîka min,

Te nehîştîye

Nîvê nîv cî,

Zimanî meyî

Kurmancî…

Hezar milet

Nîvê rê man,

Pêda, pêda

Nav kawranê

Wan dewrada,

Çewa çemê

Qûmistanê

Çikyan û çûn,

Gi unda bûn.

Lê te anî

Gîhande cî,

Te ew nehîşt

Nîvê rê, tî,

Çimku tu kanîya

Enzele yî,

Tu şîrin

Û delalî yî,

Tu mertala

Ku Şems dayî,

Li ser milê

Kurmanca yî…

 

Simoyê Şemo

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. Kilama kurmancî Ezî şa me, ku tu heyî, Ezî şa me, ku...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.