
Bir ser û sûre e,
Cewahîr, dûr e,
Zimanê Kurdî
Bi Xeml û rewş e,
Şîrin û xweş e,
Zimanê Kurdî..
Bi nexş-awaz e,
Letîf û naz e,
Zimanê Kurdî…
Gewgewê çîyan e
Kûbra teyran e,
Zimanê Kurdî
Xezel, helbest e,
Şemdana dest e,
Zimanê Kurdî…
Beyta Feqî ye,
Sewta Xanî ye,
Zimanê Kurdî…
Şûrê şêran e,
Nûra erşan e,
Zimanê Kurdî
Martala me ye,
Rest pêşmerge ye,
Zimanê Kurdî…
Şikoyê Hesen
Tiflîs, 1967
Aram dikran ev helbest bestekiriye
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Şikoye HESEN 17 Cehzeran 1928 da li Ermanist’ane li navçe Aragas gunde Çamuşliyê...
- Xewna min Di vê xewnê da ezê çûme Kurdistana nuh, bikir, Her...
- Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be..! Hawara Bîra Qedera Kurdî: Cejna Zimanê Kurdî… Wek qedera bindestiyê,...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.