Zerîya min
Li te heram kirin,
Law ne bijartin,
Sitî ,xezal û qumrîyan.
Lawik ne gotin ,
Bi evînî zerîyan
Darçinan,
Rêlin te birîn
De heşîn û ava nebin
Zozan û warê Arîya.
Zerîya min,
Li koça,
Li kolan û sikakan
Evdalim,
Goranim li bendê
Wek kundê kor,
Li tarîya şevan.
Kulek û şebeke bûn berê reş,
Te xwîya nekir,
Bi te bikim,
Henek û laqirdîyan.
Zerîya min !
Sing û berên te,
Serêlî û lawik bûn
Birh û çavên te,
Di devê xwurtan de qajik bûn.
Çîya çav li te kir,
Xwe xemiland,
Nêrgîz û bilbizêk heşîn kir.
Dev ji çîya berdan
Liser bedena te
Ew bûne fîstan û cilik.
Hesidîn gerdena te,
Bilind kirin kêl
Ji berfê sipî kir.
Gurya evîna te sar nebû
Dibin berfê de jî
Karî heşîn kir.
Zerîya min!
Berhêvîme,
Heşîn bibe evînî
Eve daxwaza Birînî
Li welat û di dilê,
Xurt û zerîyên me de jî
Bibe şahî û xweşî.
Xelîl BIRİNİ
Şîrov
Nivisen Baldar:
- RÛSOR Gurîya te bû ronayî kir, çîya, bajar, dolik û mesîlên...
- XENİQÎM Biskên dirêj çavên belek Bejna dirêj nîşane deq Meşya li...




0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.