Yara min pir delale tû
Şox û şeng û şepale tû
Bi nazdarî şêrîne tû
Li nav baxan perwane tû
Yara min pir delale tû
Wer em bijîn bi digel hev
Xweşî û şahî bidin hev tev
Li jiyanê kar bikin tev
Dem bibûrînin ez û tû
Binêr cîhan çiqes xweşe
Nûla gulan herdem geşe
Çima li ser te şev reşe
Bavêje wa perdê tû zû
Kul û derdan derxe ji dil
Herdû çavan bide ber kil
Biskan şeke daxe ser mil
Sûr gula demê mine tû
Temaşeke carek li min
Herdû çavan bide ser min
Dîtina te dermanê min
Wer em bijîn yare ji nû
Xemgîn kurdaxî – 1979 – Şam
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Êvara te bixêr xanim / Xemgîn Kurdaxî Êvara te bixêr xanim Çawaye tu bêje canim Serî hilde...
- Gul firoş / Xemgin kurdaxî Gul firoşim gul firoşim Tumê gulan ez difroşim Werin gula...
- Dürî welat / Xemgîn Kurdaxî Xerîbim li dûrî welat Belengazim dil bi şewat Kes napirsê...
- Ey Şoreşger ey / Xemgîn Kurdaxî Ey tîkûşer ey şûreşger Rabe ser xwe dakev her Wekî...
- Delalê, hiye…hiye…/ Cankurd Delalê, hiye hiye Demek ji mêje Bapeşk bi ser warê...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.