Ha  kejalê  ha  kejalê

Baniyê bo dil bi  desta

Hilbidin dîsa peyalê

Qerqefa engûr peresta

***

Qerqefa mêtî me hewxa

Rindiya xûbî di qewxa

Roniya çeşmê me Koran

Daruya bêmar û xesta

***

Daruya derdê me jaran

Sermiya bextê me yaran

Rake dilber beste rake

Kuştiyê  ihsas  û  hesta

***

Kuştiyê  bendê  te    dilber

zindiyê  xendê te sîmber

Bê semax û bê hewes ma

teşneyê xweşxan û besta

***

Teşneyê   dîna   zerî     me

Suxteyê   gerda  perî   me

Peyrewê hewza rewanim

Hê dihûnim bend û rista

***

Lavijê   hêwî     dihêrim

Bê  rewa  dîsa   didêrim

Lê çikim ger bê berin ev

Lavijê  bê çar  û  mesta

***

Xwestekê bê kar çi kalin

Dundeyê  xwezya   xeyalin

Lê xwezî min tû  bidîta

Bê tixûb her min bixwesta

Azad HEMO

Şîrov

Nivisen Baldar nîne

1

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.