Baran bi ser porê te de dibare

Di nav guliyên bêhnxweş û komirî re…

Maçên germ li stûyê te çap dike

Û diherike ser sînga te ya spî wek berfê

Bi tiliyên şil û lerizandî,

Memikên te ji razanê hişyar dike,

Pê re dileyize.

Wek dîlbazekî dilbijînî.. evîndar.. û bê tirs,

Xwe berdide deşta zikê te yî mişt lale û nêrgiz…

Di navika gilover wer dibe.

Di ser sivîka lihevhatî re,

Xwe bi hez kirin dadiwerivîne nav giyayistanê,

Giyaya tî, ta bi ta avdide û dixwaze

Li wir hemdem bi cih û war bibe.

Lê ew daxwaza baranê bi pêk nayê,

Bi xemgînî ber bi jêr ve diçe

Di ser qîtên sîs re diherike,

Di ser çog û kab û çîp û gûzikan re..

Û bi tiliya dawiyê de diherike.

Li ber lingên te kelûgirî dibe

Destên xwe li ber ezmanan vedigre

Û bang dike:

Xwedêyooo

Tu bi xwedêtiya xwe dikî

Bi evîn û dilovaniya xwe…

Bi hemû bizavên xwe

Min careke din vegerîne jooooor

Xwedêyooo min vegerîne!!

Husên M. Hebeş

Şîrov

Nivisen Baldar nîne

1

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.