Xewin nîne bibîn dewlet

Xewin nîne bibîn dewlet , ka hizra xo tu veke
Kar bike bo serxwebûnê , ya dujmin dibêt wê neke

Kesê mafê xo bihêlît , dê riswabîtin li dinê
Dujmin dê pê ket trana , paşî dê hêlît bi tinê

Tu biray nede bibîyanî , bo paryek nanê genî
Dê te şot wekî simaqê , paşî dê bi te ket kenî

Dara azadya me kurda , ya me avday bi xwîna sor
Heyfe ku wê em bihêlîn , nîva rê bo gurgê bor

Gurg û Rûvî û Heftiyar evro li me kurda di dev beşin *
Ger nebîne pale bo wan êk bi êk dê helweşin

Rûvî evro yê lawaze , lê biden pêgve hemî
Çi dermanê bêdeng bûnê , mayne bê war û gemî

Dujmin dibin êk tev dijî me , em bixo jî her wek kewî
Nîklê me di serê biray rra , me divêtin çixkeyn ewî

Hemî sûça rewşenbîra , an di bêdengin an derwêş
Bo pîçek nanê qemoxtî , qed newêrin bêne pêş

Mêzeken ka hûn li cîhanê , ey hewar ma dikorene ?
Kî maye  li jêr desta wek me , ka boçî dixoxorene ?

Nêrgiza şehla û meste , Kurdistana diket hewar
Ma kes nîne mi rizgar ket , ji van destên pîs gemar ??

Şêrzad Zeynelabidîn
22/10/2011

Gurg û Rûvî û Heftiyar =her sê dagîrkerên Kurdistanê Turk û Sorî û Ïran

Şîrov

Nivisen Baldar nîne

1

Tags

 

3 Şîrov

  1. Şêrzad Zeynelabidîn diyor ki:

    Gelek supas bo belavkirina vê helbesta min lê biborin 2 çewtî têde hene ew jî sûça mine ku min katê xwe nedîtin dawa lêborînê dikem ew jî ya êkê rêza 5 an ( genê) ya rast genî ;Tu biray nede bibîyanî , bo paryek nanê genî ; û ya dî rêza 8 an (eme) dibîte em : Heyfe ku wê em bihêlîn , nîva rê bo gurgê bor ; daxaza lêborînê rêz û silav

  2. Helbestvan diyor ki:

    Bîrez Şêrzad helbest a tê ye heja li gorî Şîrova tê hatê rastkirin.
    Bi menê bi xwaşî. Silav û rez.

  3. Şêrzad Zeynelabidîn diyor ki:

    Gelek supas ji bo vê serastkirinê her û her serkeftî bin rêz û silav

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.