Biskên dirêj çavên belek
Bejna dirêj nîşane deq
Meşya li navhalê demek
Evînî bû êş û zerek
Roj bû li berfê helîyam.
Erzen dirêja bin goha
Misk û amber bêhna biha
Bi dest da alîkî wiha
Çav mane şaş gel wê niha
Berfa çiya bû helîyam
Gotin digotin serwerê
Çav li te bû dev ma welê
Ziman ji nav lêhva derê
Dêm çîçeka giran zehrê
Şêrîn şeker bû helîyam
Min dî ji xala qirikê
Pêl pêl wek ava şirikê
Şûşe û cam bû heriki
Min go dê vexwim firekî
Pêla li min da xeniqîm.
X. BIRİNİ
Şîrov
Nivisen Baldar:
- ZERÎYA MIN Zerîya min Li te heram kirin, Law ne bijartin, Sitî...
- li Stokholmê Şeva helbestan B.Welatevîn Ji êvareka helbestan Ji welatê çem û çiyê tê...




0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.