Ey welatim! Tu dizanî,
Dengê me lew naye der,
Bad û bahoza neyaran,
Em perîşanin li ber..
Ey welatim! Şev dirêjin,
Bo me herdem reşqeder,
Rê tijî xûna şehîdan,
Dil tijî ah û keser..
Ey welatim! Em belavin,
Bend û dîlin, ser bi ser,
Bo te em tevde hevalin,
Em dikin gazî ji ter..
Ey welatim! Tu şirînî,
Xençera Kawa di ber,
Tu bi çavên xwe dibînî,
Law û dotan çûne şer..
Ey welatim! Rabe ser pê,
Hilde ala kes û zer,
Em didin boyî felatê,
Can û mîlak û ceger..
Ey welatim! Bîne ba hev,
Van xebatkaran hemî,
Tev bi hev re bêne qadê,
Lek bi lek bin sor û zer
Cankurd
1985
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Esmer Esmer hemî ma wek te ne ? Xortên me tev...
- NEWROZ Wek qurmekê dara gulê Her salekê şiqin didim Tarî û...




0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.