
Šêrê sorê ser mezin
Pir bi saw bû weke cin
Rokê rasthat li rovî
Dî ko di dev de hirmî
Go: Ravôko, ev çîye ?
Rovî go: ev hirmî ye
Li ku hene ev hirmî,
Li çi šûnê, li çi cî ?
Rovî bi fen gote şêr :
Divê ko dakevin jêr
Tev daketin bin darê
Çendek dîtin li xwarê
Rovî civandin wek mêr
Danîn li ber devê şêr
şêr go: Rovî, çi xweşin
Lê ka çawa diweşin ?
Ravî go: paşayê min
Dûvê xwe em lê didin
Yek û do û sê û çar
Ji banî ve têne xwar
şêr jî dûvê xwe lê da
Lê xêr nadî di ê da
Go: Rovî, ka naweşî ?
Rovî cû, hat û meşî
Go: paşayê hov û sirt
Pişta we ye gelek xurt
şêr pişta xwe da darê
Hirmî nehatin xwarê
Rovî go: ka raweste,
Renge pişta te siste
Ezê niha herim, bêm
Bicivênim heçî kêm
Rovî çû mirarek dî
Zû rêvîya wî anî
şêr pişta xwe da darê
Rovî dest kir bi çarê
Rêvî lê pêçaye tev
Ji neynûkê, heta dev
Divê hinek rawestî
Belkîjî pir biwestî
Germe xurte wek agir
Rêvi kire wek çekur
Dema parsû gihan hev
şêr go: rovî, fene ev !
Rovî go: rate weye
Ev dar welatê me ye
Ev ne cihê şêra ye
Cihê qelsemêra ye
Welate rovî û gur
şêr nikarin bêne vir
Mişkê bixun çavê te
şêr go: çiye navê tê ?
Navê min çirto axa
Xwedyê van şax û baxa
Rovî ji cem daye rê
Weke gernasên berê
Dûv lê bûye weke sing
Çav li serî bûn pereng
şêr bi ser de hat xwar
Ne eman û ne hewar
Dî ko mişkek hate wir
Wî jî terî bilind kir
Go: ha, şêrê ser kundir !
Kî bû wilo li te kir ?
Kesî diye li cihan
Ko şêr bêne girêdan !
Ezê niha te berdim
Da zanibî çi merdim
Çiqas em we xelas kin
Win qencîyê nas nakin
Mişkê terî bilind mêr
Dewêl birî wî li jêr
Li dor darê çû û hat
Bi tevger û kêferat
şêrê birçî û xewar
Bi ser dev de hate xwar
Mişko pesnê xwe da go:
Li min binêre yaho !
Ez gernas û çelengim
Mêrê rojên pir tengim
Li şêr sist bûye terî
Bi awiran lê nerî
şêr go: bêje birazî,
Ka çi ji min dixwazî ?
Go: ez kolê darê te
Dewlet xwedê, serê te
Ez mişkê van dera me
Ne dilbijê pera me
Divêm ey şahê mezin
Tacê bidî serê min
Navê mijî bikî şêr
Bibim şahê ser bi zêr
şêr go: navê te çiye ?
Xuyeye qeşmerçi ye
- Dibêjine min Virto
Navê bavê min Zirto
Lê şêr di ber xwe de go:
Ber bi ava diçî ro
Sed tif li vî welatî
Vî pîsî, bê xelasî
Rovîyên nav şikêra
Çawa girêdin şêra ?
Mişkê qulan me berdin,
Li ber şêran xeberdin !
Di van çax û van dema
Rûmet ji bo me nema
Bi şêrî û axatî
Nema bêm vî welatî
şêr revî û nema hat
Bê şêr maye ev welat
şêx û mela bûn çirto
Beg û axa bûn virto
Mil û Zîl û Kîk û Zaz
Bûne pisîk, tev beraz
Ji ber derdan ranazim
Ez şêrekî dixwazim
Em tev li dor bibin kom
Da bişkênin Firs û Rom
Li ser çiyan weke şêr
Welat bigrin tevlî zêr
Bostek nehêlin vala
Hevras bidin dest pala
Rista mne bî wekhevî
Herkes li bin vekevî
Çirto, virto, nemênin
Jin û mêr tev bixwênin
Min dil xem bûye mişt
Meger dilê we min hişt
Ava rû, win merêjin
Ji bo we em dibêjin:
şêr ketîye hindûrîn
Li vir bûme Cigerxwîn
Cigerxwîn
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.