
Gawa ku tu dimeşî,
nava mala û fêrbun giran dibe,
şopeke kûr rihême bidest dixe
û dibe kedera me.
Gawa tu di kenî,
xuînek ji devê te diherîke,
li ser sînga te tîrêjên ku ji asiman tên
û dibirikin,
û xwe dikûjîn,
dibin bajarekî mezin.
Xewa te nayê!
tu digîrî;
bajar dibe sosineke sor
û xewn hain
û xeyal diricifîn.
Keser,ji bo careke şev nixumandîye,
Ez zanim,şîna te jî hovitîye,
ala te reş, tarî..
Xewna te ya paşî, melek!
Û ketîna te ya pêşi,
karê kesaseki bu.
Lê belê te rihê xwe talan dikir.
Û
bi hêrs nava dubare diki.
Navê te di şîbe agirekî mezin.
Şopa şewata te navê min dağ dide.
Ez ji te hisdikim.
Gawa wek zarukekî, bibişîrandin
di çûyî kûştina bihara min,
Çavê min dibun gol,
gola Wanê,
bê insafiya! Te dibu sîyeke sar.
Ax..qedera min
Ax ..birînê min,
Birîne pîç, di devê min de pizmar.
Hatina te
Çûndûna te
Gotina te,
hilma devê min ya paşî..
Ez jî te hisdikim.
Bibişire û min bibîr bîne.
Bi kesereke nîvco
û bi qendîleke nû pêxistî
Ji bona listîka ku min jê hesdikir,
Ya ku nêçireke xain,
min dixiste xafkê
û bîranin matmayî di man.
Bîne bîra xwe,
min zaf ji te hisdikir
û dile min sipartî xençera destê te bû
Bi kibîreke! mezin ji min hisbike.
Bi kene
Bi bişîre
Mirîna min nebîne.
Piiiiiiiiiiiiiir..
Va ez diçim,
Hê tezeye cesedê min..
Xeletîya mezin ne evina mûftekiriye,
Sitrana zimanê min hê hundaye..
Lê
dîsa
bira
sosîn
bîn
bidin.
Ali Fikri IŞIK
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.