.
Nuha tu li cem min bûnay
Û ez swarbûnam li kêfê
Birevîyanam ji xwe
Birevîyanam ji mirinê
Ya li ber serê min dendikan dixwe
.
Jiyan dizanim ku
Kulîlk hevdanek e ji dunyê
Û wek şivanekî parastin e
Kêfa ji derdan
Nuha tu li cem min bûnay
Wê di destê min de kulîlkek qerase hebûna
Û min’ê jibîrkiribûna êşên ku jiyame heyta îro
Dibit netirsîyanam jî ji mirinê
.
Lê tu ne li cem min î
Ji ber vê ez wek avek genîbûyî me di zik xwe de
Û ne dikarim ji xwe birevim
Ne jî dikarim netirsim ji mirinê.
Dûrzan Cîrano
Şîrov
Nivisen Baldar:
- DEMJIMÊRA JI DIL Nuha li dunyê li kuderê be jî he be heger...
- Şîret Ji te re du gotinê min he ne Yan nekeve...




0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.