Arjen ê tenûrê / Nizar Yosif

Helbest 23 Ocak 2011 11:36 Şirov nînin

Dem sala germ
Çareya delîvên teng
Kar û barê zivistanê
Rîs honandin
Kevil rewat
Sermil pîvan
Û çarox dirût
Goreya rîs zivistan kuşt
Libadeyê xizneya pîrê
Bîranîna risipitiyê