KOVARA W-GULANA 2011’AN DERKET

Nuçe 25 Nisan 2011 16:26 Şirov nînin

T.S Eliotê ku di wêjeya cîhanê de bi taybetî jî di xeta helbestê de tovrêşê pêla îmajîzmê ye ji bo helbestê dibêje ku “Heke helbestek cara pêşîn were xwendin û bê fêmkirin, ew ne helbest e.” Ev angaşt çi qasî qure, borbore, çors û bi fors bixuye jî divê mirov guhê xwe jê re bel bike.