Heyvek, asîmanek

û deryayeke reş

hertişt reş

tenê ji ber ku şev e.

Xewin, hîn tawanên din hene, bi ser min de bavêjî

wisa tehlî, na neke.

 

Baştir ji wilo nizanim

Bêpêjin, ji te hez bikim

ji laşê min cîhan biçûk ket.

Miriyekî li çu cihî neqeydkirî me

bênasnav

hijmareke zêde ji bajarekî

stûnek di avakirina welatan de

 

Ba ye, awazê dema min

ewr li derdora min, ez winda

li nav zimanan digerim

çendî xwe tarî dike

melodiya baranê

hûr hûr dinale,

ronî ye di sinorê miriyan de

Spî, min dîwarê xwe xwendin.

hemerengiya şevan im

li mehserên tarî siwar im.

li şûnên cuda dergehan diqutim

Gerdûnek e dûr,

pirr dûr,

di baraneke sor dûr de xwe radaye

katmjêr hêdî hêdî lêdide,

bi ser çiyayên te de dikevim

binere, odeya

di navbera erd û azmên de nîn e.

her kopleke te digot, ronî dida.

te daristan nedîtine, ba serdarê pêlên bêdengiyê ye.

 

Stran kurt e,

sîbera çiyayên xemgîn û serbilind,

dengekî hêmin, giyanekî bilind

ka ew heval

yên şûna lingê min li baxan dişopand.

 

 

Li wir

ba zîqezîq ji zinaran tanî

bi rê diketim

axînok zuha

roj di rekehê de

pîrepend bêpêjin, awazên zemherîrê vedihûne

spêdeyê dibînim çawa bilbilê min di tozê de xewr dibe.

Peyv e

Min berê kesekî bi zorê nedaye roniyê

peyv e, serî li te digerênî

Li wir

Te dibînim, gerdûneke kal î,

ne difirî,

ne nêçîrê dikî.

min dihejîne, diçe

bêhingavtin diçe dûûrrr

ji bext

pê li min dixe

agirrrrrrrrrrrr.

 

 

 

Helbestek bi deng ji Tengezarê marînî

Derya by helbestvancom

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. Henasa hizra du çiyayên serbilind/Tengezarê Marînî helbesteke bo bîranîna shehîdê nemir Mishe,il Temo di 40 rojiya...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.