Şoreşa azadiyê wey ser sera

Bo jiyanek tev de rûmet ey bira

Şoreşa mêr û lehengan daye deng

Zû bilîlînin ji bo şoreşgera

Pakrewanê şoreşê her her bijîn

Sîne bê tirs dane ber tang û bera

Milletê sûrî hemî kurd û ereb

Tev de rabin rê nedin van xwînxwera

Ha lehengê canfida ha ha leheng

Qet nehêlin zû hilînin van peykera

Kole najîn ta hebin azadiyê

Dê bi xwînê bidne her şûn û dera

Tev de layê rûmetê bigrin ji dil

Sûriya nû hilbidin ser extera

Xwîn çiraya rûmeta gel geş dikê

Can bigorî da bimînî ev çira

Berxika dûrî kerî bî tim dibî

Rav û nêçîra teba şêr û gura

 

 

 

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. DAD / Azad Hemo Ez  li dadê mat   dimînim Dad  çiye,  qet  nîne  dad...
  2. Rewanbêjî / Azad Hemo Bê guman her kesê çande dizanê çiqasî rewanbêjî pêwîste ji...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.