meyhane1
Were da biçne meyxanê
Bila dîsa tu sofî bî
Eger dil pak û paqij bî
Ne ko sofîkî rovî bî ?
Li meyxanêbe dîsa dil
Li meyxanê li pûtxanê
Dibî tav û ronî bî
Were da em vexun camê
Ji destê şox û dotmamê
Li vê dinya xweş û şêrîn
Çiman tê hirç û kovî bî
Çiman perda reş û tarî
Ji rengê şev li ser rû bî
Ko dil xurt bî, bila herdan
Di nav alayê romlî bî.
Bila bedkar û sersem bî
Bila serpoş û kofî bî
Tu guhdêre def û nayê
Çi xweş gazî dikin sofî
Ko lerzîn têne canê min
Meger xirqe me poşî bî
Binêr sofî li vê xanê
Çilo wer hate meydanê ?
Heta kengî di zindanê
Wilo tim birçî û tî bî ?
Nizanî agir û avî
Ji oksocên û hem tavî
Heta saxbî di vî xanî
Bila dil tim bi hêvî
Tu destde zuhre sîmayê
Tu guhdêre def û nayê
Eve cenet li dinyayê
Bila dosta te horî bî
Dibim sofî di meyxanê
Me noşî mey li fincanê
Disojim rengê perwanê
Ko yara min dixanî bî.
Me şaş û cibe avêtin
şerab û mwy me tev mêtin
Ji lew em agir û pêtin
Bila şêx jê ne razî bî
Eger em biçne bin axê
Emê çibkin bi ax-axê
Di vê qûnax û vê mafê
Bila ola me manî bî
Bila dostê ji min xweş bî
Ko şerîn-ken û rû geş bî
Bila dil pêt û ateş bî
Li min her tişt xuyanî bî
Bila yar tim bi minra bî
Qiyamet da li min rabî
Wekî bilbil bi gulra bî
Bi dil xoşî û şahî bî
Çiqas serhişk û sergem bî
Di gel min ko xweş û nerm bî
Meger bê hevser û germ bî
Dixwazim ko ciwanî bî
Cegerxûnim, xwedî olim
Di ristêde çi bîngolim
Wekû Ferhad çiya – kolim
Li xwar bî, ya li banî bî ?

Cegexwin

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. JIN HENE, JINKOK HENE Cihan bûye zivistan Rê û biwar rawestan Berf û baran...
  2. Şîret Ji te re du gotinê min he ne Yan nekeve...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.