Ji te re du gotinê min he ne

Yan nekeve rêyan

Yan jî baznede

Bihêl bila rê te daweribîne.

Rûyê xwe biçuk nebîne tucar

Lê dîl nemîne di navê xwe de jî

Ji watê peya be carinan

Û swarbe li hespa xweşikiyan

Bihêl bila dil te daweribîne

Betlandî bî venekşe

Ne eybê bihizire

Ne jî gune

Rûnê li bin dara pêşî

Bihêl bila sî te dawaribîne

Netirse dema tu tenê may

Ji bo her koçberî welatek he ye ji bîr neke

Jêviyê dorpêç neke bi tirsê

Bihêl bila azadî te dawerbîne

Dengê te nexweş be jî

Kulaman kêm neke ji lêvên xwe

Bizanibe ku dengê herkesî xweş e

Dema kulama xwe dibêje

Bihêl bila xwetî te daweribîne

Dûrzan Cîrano

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. Çend Helbest / Occo Mahabad Xwezî Xwezî te bizanibûya rojên bê te çiqas zor in...
  2. Tu Li Cem Min Bûnay . Nuha tu li cem min bûnay Û ez swarbûnam...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.