nava min
pirdengiya daristanê ye
rastiyê
li dîwana derewan
serî çemandiye
çavên kor nabînin
guhên ker nabihîzin
şîlûbûna dengan
êşa
vizbûna zimanê Musa ye
di vê tariyê de
reng xwe vedişêrin
di birînên giyanê xwe de
hêviya hebûna xwe
xwedî dikim
di her birînekê de
hêviyekê
bi hêviya xwe mezin dikim
qolincên tenêtiyê
zayîna jan û jiyanê ne
şadî
li çeperên tovê jînê
xwe şa dibîne
li wir
gul dipişkivin
bilbil awazbêj in
xoşewîstên baxê dil
govendê digirin
xoşewîst dûr in
ez ji wan dûr im
ev sinorê mergê min e
çêja jînbiharê çi bû min nazanî
robarê kûr bêdeng min û stêran
di awirên rojê de dibê
êşa çakoçê evîndar
qêrînên Ferhad
û tofana rondikan
mizgîniya keştiya Nuh in
kuştina tirsê
zingezinga zangilê Zerdeşt tînin
03.10.2011
Kamran Simo Hedilî
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Ez ê herim / Kamran Simo Hedilî Ez ê herim ez ê şadrojên çûyî têxime tûrê xwe...
- hatime jibîrkirin/Kamran Simo Hedilî hatime jibîrkirin pencera biharê hatiye girtin û pelzeriya payîzê dixuye...
- Henasa cinan ez girtim/Kamran Simo Hedilî xatirxwestina çavên te roj di nava min de veşart şev...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.