Sehîdê Îbo
Sînem
Sal û zeman berê
Wexta çiya jî nimz bûn
Xişîm û cahil bûn
Li gelîyê Elîbegê
Nava gundê rengîn
Deşt û mêrgên hêşîn
Êla Cûda dijît.
Konê reşe mezin
Li hev dibûn zincîr
Wir hebûn beg, hakim
Hebûn kesîb, sexîr.
Ku Şems nedîr dida
Ro bûkeke delal
Derdiket piş perdê
Dida ser çiya şemal
Û rewş dida erdê.
Kevanîya der mala
Kil didane meşkan
Û sifreke vala
Dibû ewira keşkan.
Qîzên kurde kezî,
Kar-xezalên qeşeng
Dibûn kewên esilî
Hev ra dibirin deng.
Êla Cûda am û tam
Xwe ra dima bêminet
Hebû hurmet, hebû rehm
Hebû qedir û qîmet.
Selîm axê êlê bû
Xweyê kerî, sûrîyan bû
Deşt û mêrgên bê ser û bin
Didane wî mal, ekin.
Hevt kurên axê hebûn
Hevt jî mîna telaşan
Hekîm bûn, lê xîret bûn
Bê xem bûn, bê talaşan.
Heft bira bûn, xûşkek her
Ew Sînema gerden zer,
Avka lêvê axê bû
Dilê wî bû, ruhê ber.
Sînem usa bedew bû
Mîna ronga rû ezmîn
Dev, dirane şekir bûn
Gulî zirav û zêrîn
Bejine bilind, sipindar
Navkêlk zirav û kever
Sûretê sor wek hinar
Ser gerdena wêye zer.
2.
Besa Sînemê çû, çû
Erebistanê geriya tev,
Şerîf xan tesele bû
Û wî kire zeve zev.
-Kuro, gelî cewrikan
Gelî xulam û carî,
Ez xanê êla ereban
Tev li ber min dizarin
Dibên, Selîm xanê kurd
Bavê heft kurên çê ye,
Sînem qîza wîye xût
Ku himberî rojê ye.
Rabin êlê bigerin
Beg, beglika bînin vir
Defa hewarê lêxin
Bira xwezgîn herin wir.
Şerîf xanê mixenet
Xanê êla ereban
Îdî kal bû, xweyewled
Mêrê hîjde canikan.
Birûyên wî reş û gijnij
Çevên wî jî tijî xûn,
Lêve qalin, simêl tîş
Guh weke nanê loş bûn.
3.
Şingîn xulam, cariyan ket
Dar, gopalên xwe hildan
Ji sawa xanê mixenet
Nava êlê tev geriyan
Û wan anîn beglik, beg
Hatin mele, hatin pîr
Kirin kar û tivdarek
Sitendin xizmet û tivdîr.
-Herin, xan got mêranî
Bêjin: Selîm, qîza te
Bira bibe kevanî
Û bermalîya xanê me.
Eger wî kir na û qet
Rabin, werin bê deng his
Emê hinga qaz, qudret
Kapa hev ra bavêjin…
4.
Û rêketin beg, beglik
Dizgîn kihêla berdan
Payê hev dan bi kulzik
Oxira xêrê dane wan.
Û ajotin çûn û çûn
Sê roj, sê şev bihurîn
Ji êla xwe xewle bûn
Elîbegê êwirîn.
Çiyayê kurdan nazik, naz
Li hev girtibûn govend
Xemilî bûn best û gaz
Gul, kulîlkên bîn û reng
Çêm kilama xwe digot
Kefa qerqaş ser lêvan
Ça kihêlek gem dikot
Ha dilezand wî rêva
Terazin bi zîl, zîwan
Hêşîn mîna dêrekî
Direqisî wir leylan
Û qeytan bûn belekî.
Çiya berf dabû serê xwe
Mîna kolozê kurdî
Ewran dorê girtin telp
Mîna şera Hemûdî
Şirkê kanîyan bercênîk
Ji sîngê çiyê têne xar
Û keskesor bû mêlît
Bona ezmîn bû guhar.
Best bû sifreke hêle
Zîwan fîncan in li ser
Kon jî çawa reşêle
Û qewaz in dorê zer.
Kanî hêdî dikişe
Ave zelal, cewahir
Qîzek hêdî dimeşe
Kûzê çinî li ser mil.
Orta obê konê reş
Heft sitûn jê ra bûne rewş,
Heft kurên çê nav malê
Qîz bi meşa xezalê.
Konê Selîm xan bû ew
Lê heft sitûn, heft kurên wî
Û Belgîzera bedew
Jêra bûbû bermalî.
5.
Beg û beglikên Şerîf
Fesal çûne ser koçkê
Û wan kire zevezev
Çawa zar li malhoçkê
Bi edetê kal, bavan,
Li ser koçka pêş zomê
Hebû berên xwezgînîyan
Ku dihatine wir timê.
Behs birin dane Selîm:
-Maqûl, ev e hal-hewal
Me êwirîne xerîb
Wana teglîf nekin mal?
-Rabin gelî xulaman
Herin kurên mine çê
Wan teglîf kin, bînin mal
Jê ra bikin hurmetê.
Eme merd in û bê mûr
Malên me tim mêvanhiz
Ku hatine ji cîyê dûr
Ekber bide wana risq.
Mêvan qasidê rebê min
Herin teglîf bikin mal
Ezet-qulixî wan bikin
Jê bipirsin hal û kar.
Û ji mal çûn her heft kur
Navkêlk zirav, pelewan,
Xulaman jî êrîş kir
Pê-pê dane li pey wan
Û gihîşte xwezgîna
Beşer li ser lêvê wan.
Beg-beglikên Şerîf xan
Li cîyê xwe rûniştî man
Kesî pizav me da xwe
Kes ranebû ji cîyê xwe
Usa qure, zmanzêrf
Wan selama hev vegirt.
Lê qasidê Şerîf xan
Lê serkarê wan Evdal
Gotin xizmeta xwe tam
Emê bêjine Selîm xan
Bira rabe bê vira
Em rêwîne, riya me dûr
Erê, erê, na û na
Şerîf xan ma riya me zûr.
6.
Behs birin dane Selîm:
-Maqûl, ev e hal-hewal.
Belgîzera jina wî
Xeberên han anîn zar:
-Selîm zarê wan nîne,
Ji mal derê, here wir
Şerme wan ra, ew kî ne
Usa berzeq in û kul.
Herin, bêjin bira bên.
-Qîzê, ew yek kêr nayê
Ew mêvan in, em malxwê
Ew xerîb in, em ji cî
Îro borcê me — qencî.
Mêvan qasidê rebê min
Herin teglîf bikin mal
Ezet, qulixî wan kin.
Ji wan pirs kin hal û kar.
Û çûn gotine Qereman
Gilî, gotinên bavê wî
Heft kur mîna heft dêwan
Mitane bûn li ber wan
Boy xatirê bavê xwe
Tişkî bêkêr nanîn zar.
Evdal wana kir gazî:
-Rabin, gelî beglikan,
Em xwezgîn in û qazî
Îro ji êla ereban
Ji cî qure û qutam
Rabûn xwezgînê nemam.
Her heft kurê Selîm xan
Hêdî dane pêşîya wan,
Xulaman hesp destkêş kir
Tewilandin li mêrga dur
Selîm li ber pêşmalê
Hate pêşîya mêvanan,
Ji wan pirsî kêf û hal
Û çeqilmast dan wana.
Mêvan rûniştin ber sitêr
Dane hevdu xweş û bêş
Selîm xanê berbihêr
Xulam şandin nava pêz.
Du beranê çar mexel
Bûn qurbana wê cimhê
Anîn qawe û şerbet
Xwarin heta nîşevê.
Paşê Selîm xanê kal
Bi erf, edetê dinê
Ji wan pirsî hal-hewal
Xizmet, mena hatinê.
Evdal simêlên xwe çûr
Tîmar kirin û wa got:
-Şerîf xanê êla dûr
Xweyê malê, kur û dot
Em şandin û me ra got
Herin wira mêranî
Bêjin: Selîm, qîza te
Bira bive kevanî
Û bermalîya xanê me.
Ew xulamê Şerîf xan
Serê êla ereban
Xweyê hîjde kevanîyan
Bihurîne deşt, zozan…
Bona dewa merivayê
Welleh, mêrê mîna wî
Boke, şêrê mîna wî
Tunene rû erdê han
Mêr e, mêrxas Şerîf xan.
Êla ereban mezin
Bindestê wî û hêsîr
A bona wî em hatin
Li ber we bûne texsîr.
Behsa Sînema gozel
Hat gihîşte êla me
Şerîf xanê me bêxew
Maye hîvîya sozê we.
Bû qalme-qalm, hêwirza
Her heft kurên Selîm xan…
Mîna şêra birîndar
Kete ortê Belgîzar:
-Lê şerm nake xanê we
Erdê keve xanê we
Xweyê hîjdeh kevanî
Hûn şandine xwezgînî.
Zû vegerin, herin mal
Bêjin ewî keftor, kal
Sînem para wî nîne
Em ne bindestê wî ne.
Êla Cûdan xweynamûs
Sozê xwe dibêje dûz
Qîza mine delalî
Wîra nabe bermalî.
-De gunê we situyê we
Hûn gazinan bikin xwe
Emê herin bêjin xan
Van kir hal-hewalê han.
-Bêjin, qet me xem nîne
Boy namûsê em mirî ne.
Selîm xan got bi hêrs, kel
Xwezgîn cî da man metel
Her heft kuran kir ku bên
Guhê wana jêkin jê
-Gelî kuran, kar nekin
Mêvan qasidê rebê min
Herin bînin hespê wan
Bira herin ruh û can
Ew xerîb in, riya wan dûr
Bira herin bê qusûr…
7.
Û rêketin por-poşman
Girtin rênga xweye nas
Cab jî dane Şerîf xan
Xwezgîn hatin ça mêrxas.
Û ser hev ra hatin, çûn
Ahil, cahil, zar, zilam
Li ser koçkê berev bûn
Hîvîya xanê qure man.
Lê Evdalê belengaz
Bû gongilê payîzê
Tev li dorê bûn qewaz
Qey bêjî ew bayîs e.
Û hat xanê pormijî
Pirçû, dilsar, brîndar
Çev xûnê bûbûn tijî.
Caba wa jê ra bû qar.
-Welle xano,- Evdal got,
Selîm xanê êla Cûd
Tu soz ne da, pîva, rot
Xwest me bike kel û kût
Dêlegura jina wî
Sozê bêkêr gotin te
Got, vegerin herin mal
Bêjine Şerîfê dilsar
Em ne bindestê wî ne
Qîza mine delalî
Wî ra nabe bermalî.
-Kerr be, tûlengê xişîm
Kerr be, gedengê êtîm
Te navê min, nanê min
Heram kirin û hiştin
Bicem, here ji van dera
Heta saxî û ser xwe
Yan na ez û Xwedê xwe
Tê bibî şîva guran.
Evdal qijik û pepûk
Li ber xan temene bû:
-Xwelîya bin pê te me, xan
Ez heyrana te me, xan
Kêf ya te ye, îzina te
Hanê serê min lêxe
Bibaxşîne, xweyê min
Ji serê min zêde ye
Çi jî bikî hêja ye
Xizmet ma nîvê rê ye.
8.
Şeref xanê har û dîn
Evdal xarin gef û kîn
Paşê ji dil birîndar
Kire gazî û hewar.
-Kuro, gelî cewrikan
Gelî xulam û carîyan
Ez xanê êla ereban
Tev li ber min dizarin…
Dibên, Selîm, xanê kurd
Ew nemamê bê hunur
Ez kirime sekesiz
Xwezgîn şandine bê risq.
Hey riata êla min
Defa hewarê lê xin
Werin cahil û ahil
Pelewanê xîret dil.
Selîm xanê kurdî qelp
Dilê min xist ten û derb
Dinya ku heye çerx e
Emê herin, kanê kî
Bokeberan, kî berx e
Kî bindest e, serdest kî.
9.
Û bû hewar, hêwirze
Hatin erebên qure
Hatin qutam û berzeq
Hatin ji Îran û Tûran
Hildan das û kêlendî
Hildan dirgan û tevnî
Hildan mêkut, hildan stûn
Li bestekê berev bûn
Hildan şivdar û gopal
Payê xwe dan hal û qal.
Şerîf xanê bejin mexmer
Wana ra bû seresker
Û menekîyan kir hîrîn
Tûk avîtin ser gemê
Bû qalme-qal, bû qîrîn
Te got diçin olemê.
Û ajotin, çûn û çûn
Sê roj, sê şev bihurîn
Erebistanê xewle bûn
Li Rêwandûzê êwirîn.
Û wê demê siyarek hat
Dizgîn li hespê berda
Ajot ber derê Selîm
Da alaya nav malan
Mîna te`na neyaran
Paşê qure û qutam
Xeberên han gotin xan:
-Selîm xanê êla Cûd
Ez hatime bal te xût
Ez qasidê Şerîf xan
Serê êla ereban.
Şerîf wa got mêranî
Ku Sînemê bide wî
Jê ra bive bermalî.
Eger erê, em pizmam
Dewatvan e ordîya han
Lê eger na, em nemam
Eger bikî tu înkar
Şerîf xan ra tu neyar…
Selîm xan ku dît ew yek
Gazî rîspîyên obê kir
Şêwra xwe kir wana tev
Paşê Selîm wa dey kir:
-Tu qasidê roja reş
Tu şerûd î, kapê beş
Êla Cûdan boy namûs…
Sozê xwe dibêje dûz
Zû vegere here bal
Şerîf xanê xweyî kal
Sînem para wî nîne
Em ne bindestê wî ne
Qîza mine delalî
Wî ra nabe bermalî.
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.