Hingavtina tiliyên te,
dîlan û reqsa min e
tewafa tenikiya
du lêvên te,
peyala serxweşî û
heca min e,
te çi agir berda ye tirafa
hestên min yên kerixî.
Ez ê vê êvarê ..
çi bêjim çavên xwe
yên ku ji gera li te
nawestin?
Nizanim kî nehişt
çavan têr bikim,
nizanim?
Dibe ku ez ji te têr nabim ?!
tenê zanim ku ez ji te hez dikim
ji te tenê
bi dilê min e…
ku bajarekî bi jin û mêr
û zarokên wî
diyarî te bikim.
Zanibe tu,
di kolan
û sikakên mêjiyê min de
tovê evîniyê
li laşê min yê şor
belav dikî.
Ji sînga min derkeve
û were li hemberî min
hema bîstekê tenê raweste.
Dibe ku carekê çavan
têr bikim.
Min çendî dixwest
xwêya dendikan
ji du lêvên te
bi maça yekemîn re
zuha kiriba
û min xwe ji tîna te
azad kiriba
û tu jî azad bûba.
Bila êdî kenê te bi firê ketiba
û meşka ezman
ji hev belav kiriba,
û ez ji mija lêvên te
bi tayê ketiba.
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Berfmalk / Şêro DALÎNÎ Ez ê bêm û agir bi gewdê xweseriya di dawa...
- Duho / Şêro DALÎNÎ Duho di xew de û di xirxira nerîneke şemitî de...
- Melayê me ji xwedê na tirse/Şêro DALÎNÎ Di dema ku nûjenî,pêşketin û xweseriya hiş mêvanî gundê min...
- Mirin / Şêro Dalînî Çi şikefteke dev ferehî tu li tariya bînpêketî sîxurî...
- Roja malwêran / Şero Dalînî Çi rojeke malwêran, çûkên min ji xulmaşiya mestbûneke herijî...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.