bi saya baskên teyr û tilûran

ji nameyên te yên ji rondikan

ji dil û kezeba te yê peritî re

bersivê dişînim

di neynika asîmana reştarî de

qermîçokên qedera eşên eniyê te

dibînim

barê eşqa bareşa feleka xayîn

li ser pişta te siwar kirine

zencîr li devê heyveroniya

şadiyên şevên te xistine

zeviyên laşê te yên ziwa

ji tîna hesreta evînê hatiye

qewirandin

ji çavên kezeba pênûsa te

xerîbiya hêstirên sor

diherikin

tîr û taya tenetiya xopan

mizgîniya biharên te yên rengîn

dorpêç kirine

ji qirika kaniyên sîngê te

xwîna sosreta salên bêbext

diniqutin

kilîda rehbera peywendiya te

di kefa destê ewrên roja min de

veşartî ye

di riya sewdaseriyê de

mîna şewata agirê volkanan

tu dîn û har bûyî

li xelwetgeha asoyeke nenas

ketiyî nav eziyeta înziwayê

li çerxa şev û rojên çîlekêş

îbadeta xeyalên pêrgîhatina min dikî

di qalikê hestiyên miriyan de

tevna eşqa îlahî dirêsî

te

têra xwe para eş û nalînan

ji tûrikê sofiyên perestgehan

wergirtî ye

ez ji te re eşqê bêjim?

eşq

qêrîna êş û tirseke hovane ye

siya tofaneke çaxa mirarbûyî ye

bêrîkirineke li nav toz û dûmana ye

şemitandina lingên li ser berfa cemidî ye

jana kul û birîna xewnên perîşan e

eşq

valahiya gerdûna giyanê xepînok e

safbûn û masûmiya awirên melûl

ya dilê xoşewîstên bêmerhemet e

nefret û karesata arezûyên jiyana derewîn e

bêhna dûmanê cixareya lêvên hesretkêş e

eşq

mîna weşîna pelên zer

ya şaxên dareke hişkbûyî ye

li ser kezeba evîndaran birîneke

xençera tûj ya bêderman e

şahidê xemkêşiya demên nankor e

eşq

olana bêdengiya helbestvan û hozanên

xwe di nava axîna zîndanên xwe de

mehkûmkirin e

cankêşiya çûka hêlîn wêranbûyî ye

lingxwas û destvala gera li ser striyên jana dil e

di gewriya newalan de

poşmaniya hestên henasa fetisî ye

eşq ev e, tu têgihiştî serxweşê evînê?

ez ê

qêrîna helbestên te yên serpas

di paşila xwe de binixumînim

li ser erdhejiya tirba qedera te

tovên serxweşiya evînê bireşînim

Rindika te…

Xizan Şîlan

2009-10-28

Stockholm

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. DERBE EVİNE Derbe evinê li dilê min ket Ew yara xedar dûrî...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.