Gurîya te bû ronayî kir,
çîya, bajar,
dolik û mesîlên Bota
Te ez xapandim.
Kizirand heşîn neda
Bîşeng û kulîlkên min.
Turanîyan,
aşîtî li me kir asteng.
Pif kirin kûrhê,
Germtir kirin
cehennem li min
Dehhaqin zebanîne lo
Qesrik bû qaz û qer
Ez li alîkî hesret
Tu li alê dî bê xeber.
Mejyê delala mine,
bi xwûnê di kutin
Di perçiqê li ber pîya
Lê na tewe
Ehda teye yar
Pişta teye Serhed
Kezyên tene Tor
Xwezgînîyên tene Berfirat
Ey Rûsor !
Eşq û evînî dikele
Cûdî mirada teye
Kelî û fûrî li çîya
Gurya dilê teye
Dişkêne sira çile
Dike xwinav dibarîne
Ey Bîşeng!
Berhêvîme,heşîn bike
Dora Birca Belek
û
kulîlkên dilê te
Xelîl BIRİNİ
Şîrov
Nivisen Baldar:
- ZERÎYA MIN Zerîya min Li te heram kirin, Law ne bijartin, Sitî...
- AXÊ / Xelil BIRİNİ AX Axé axé Germîya teye Wek germîya dé, Ew şîré...
- XENİQÎM Biskên dirêj çavên belek Bejna dirêj nîşane deq Meşya li...
- BÊTE NABE Ez gelekî nexweşim Keko ji dil di êşim Bi evînekî...
- KEÇÊ Keçê navê te çîye Keçê bavê te kîye Keçê derdê...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.