Çi rojeke malwêran,
çûkên min ji xulmaşiya
mestbûneke herijî
şiyar dike
ew ê nizanîbû ku ez
di himbêza evîniya xwe de
kêferata man û nemanê dikim?!
ev
roj
bi tîrêjên xwe
yên ku di pencereya
piçûk de kara mexela xwe dikin
min di lerizîne
çavên min
li mirarê çîrokeke bi saw
bel dike
bi qasî jiyanekê
ji mêtina ken
min kûr di bezîne
dibim qepalekî germixî;
û kopalê kalo
min davêje qiraxa rê,
dibêje:
here
ev dever pak û zelale
şûna destava firişteyane,
di kêlîka ku tê de me
mijûl dibim
gêj dibim
bi poçan bi lepên xwe yên
germ dikevim,
ne ezim;
ne ezim yê ku ji şevîna
xemrevînê
dûr diçe
ne ezim yê ku ji himbêza
dilovaniya germê
dipûnije qeşayê
ezim
ezim qeşengê dilê hejar
pîneyê xemên harim
û dilsojiya evîniya şevên
lalim
lê
lê ev roj xwîsiya min
bi tîna xwe
zuha dike
kelegermiya min bi dijwarî
ji mêranî dixe
neçarî
min bi nivîna xwe
û di dergûşa hişmendiya xwe de
bi biryareke tal pûç dike
xatirekî tisî ji mêya xwe
dixwazim
û bi pêgavên sist
xwe
vedgerînim malê.
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Berfmalk / Şêro DALÎNÎ Ez ê bêm û agir bi gewdê xweseriya di dawa...
- Seyrana min î / Şêro DALÎNÎ Hingavtina tiliyên te, dîlan û reqsa min e tewafa tenikiya...
- Duho / Şêro DALÎNÎ Duho di xew de û di xirxira nerîneke şemitî de...
- Mirin / Şêro Dalînî Çi şikefteke dev ferehî tu li tariya bînpêketî sîxurî...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.