
Çi nasik e Qamîşlokê wisa zîz
J’Nisêbînê ta Çiyayê Evdulezîz
Zexel li ser erdên Te digerin
J’tama xwîna Te har û dîn in
Gava keti bin ser dil zexel
Zû zû na rabin dikevin mexel
Divêt xwe hilkî wan hilweşînî
Xencer l’dilê wan Tu biçikînî
Hêlek Nisêbîn hêlek Hesêçiya
Serê Kaniyê du xwuşk û bira
Çiyayê Kurmênc û dilzîzlokê
Qet j’bîr na kim ew Qamîşlokê
Dêrika Hemko, Amûd l’hêla din
Bajarê evînê va ye Kurd hatin
4.7.2009
Stockholm
Helbestvan
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.