Cîhana xewnên şîrîn
di bîra kedereke nûdem de
binax bû
zimanê hezkirinê
di hewza temenê şêlû de
xeniqî
stûna pişta derbirînên nîvco
qeyrana ruhî ya bêderman
derbas dike
feleka bextreş konê xwe
di xwîna rayên canê min de
vegirt
ez
ne şewitîm
ne jî vemirîm
li brûskvedena şevên newêrek
aloziya baraneke îlegal im
li qonaxa hostatiya gotinên sernerm
anarşîstekî camêr im
ji devoka ker û lalan
ji helbesta xwe ya xam re
peyvên kemilî deyn dikim
serçavên xiyaneta rojên gemarî
bi şewqa çira awirên rindikê
dişom
li nav toza çol û beyaran
bêrîkirinên berbabûyî
berhev dikim
ji parzûna demsalên serxweş
kêf û aramiyê
dipalînim
ji pêsîrên paytexta serhişk
bextewariya jiyaneke şîn
dimijim
li serma şevereşên xewle
tava rojê di berîka xwe de
digerînim
min
lîsteya êş û keserên xwe
çarçove kirin
û bi stûyê okyanûsên pîr ve
daliqand

Xizan Şîlan
2009-12-28
Stockholm

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. EZ JI XWE DÛR IM / Xizan Şîlan êş û kovan ji parzûna eniya şev û rojan bêdeng...
  2. BILBILÊ DILÊ MELÛL / Xizan Şîlan li demsalên bextewariya berbabûyî peleke ji dara xwe weşiyayî me...
  3. GALEGALA GIYAN / Xizan Şîlan ez ne destpêk im ne jî dûmahîk ne dişibim xwe...
  4. PERDEYA XEYALÊN TAZÎ / Xizan Şîlan digerînim bi lorîna strana dilşewat bedena xwe yê tazî dinixumînim...
  5. BAFİROKA DİLÊ XEŞÎM/Xizan Şîlan bi saya hestên ciwanmêr bêhêvîtiya şevên asîmana sayî silav dikim...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.