Xebatên bêhempa yên li ser çand û hunera gelê kurd berdewam dikin. H. Mem, Zana Farqînî, Miraz Ronî û Şefîk Beyaz bi xebata xwe ya nû dewlemendiya muzîka kurdî raxistin ber çavan. Xebata bi navê Muzîka Sarayê ya Kurdî wekî pirtûk hate çapkirin, li îngîlîzî û tirkî jî hate wergerandin. Navê pirtûka wergera wê ya erebî jî hatiye kirin, ji aliyê Civaknas Îsmaîl Beşîkçî ve hate kirin.
Pirtûka nû bi zaravayên kurmancî û soranî yên kurdî hate çapkirin a bi navê ‘Muzîka Sarayê ya Kurdî’ ji bilî çanda dewlemend a dengbêjiyê, di heman demê de aliyê muzîka kurdî ya gel jî radixe ber çavan. Muzîka hunerê ya kurdî ji hêla H. Mem, Zana Farqînî, Mîrza Ronî û Şefîk Beyaz ve yekem car bi berfirehî hate dahûrandin. Di pirtûkê de estrûman û meqamên muzîkê yên di pirtûka Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zînê de cih digirtine hatine tespîtkirin û dahûrandin.
Bi 4 zimanan hat çapkirin
Pirtûka bi kurdî hate nivîsandin, li erebî, îngîlîzî û tirkî jî hate wergerandin. Beşa bingehîn a xebatê li ser ji besteyên têkildarî meqamên kurdî yên di Mem û Zînê de hatine bikaranîn, hatiye avakirin. Di pirtûkê de aliyê muzîka kurdî ya remzî, hejmara meqaman, jiyandin û nejiyandina van û li ser vê bingehê li çar parçeyên kurd lê dijîn, xebat hatiye meşandin. Di pirtûkê de CD’yek ji 12 berhemên Muzîka Kurdî ya Sarayê cih digirin jî hene.
12 meqam hatin bestekirin
Muzîsyen Behrûz Rezaî di çarçoveya xebatek berfireh de 12 meqamên heyîn cardin beste kirin. Meqamên hatine bestekirin wiha ne: Evîna Xanî, Dûrî, Dengî, Dîl, Rizgarî, Êşa Memê, Serkeftin, Şahî, Neviyê Baban, Bayê Eşqê û Newroz. Xebatkarê vê projeya berhemdar û zimanzanê kurdî, xwediyê ferhenga herî mezin a Kurdî-Tirkî Zana Farqînî diyar kir ku xebata wan xebatek kolektîf e û wiha got: “Aliyek xebatê teorîk e û aliyê din jî pratîkbûna muzîkê ye. Jixwe Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de meqam, têgeh û enstrûmantalên muzîkê vedibêje. Me dîroka muzîka sarayê ya kurdî girte dest. Navê pirtûkê jî birêz Îsmaîl Beşîkçî pêşniyar kir. Gelê kurd der barê dîrokê xwe de zêde xwedî agahî nîn e. Dewlemendiya muzîka kurdî nizane.”
Meqamên berê
Farqînî bi bîr xist ku Ehmedê Xanî berhema xwe ya Mem û Zînê di 1695′an de amade kiriye û di xebatê de behsa meqamên kurdî tê kirin. Farqînî diyar kir ku meqamên berheman lêkolîn kirine û wiha got: “Me xwest em ji wan meqaman berhemên nû çêbikin. Me xwest em balê bikişînin ser dîroka kurdî. Me xwest em sarayên k urdan û Şeref Xan vebêjin. Her wiha me xwest em malbata Bedirxan û Qesra Birca Belek, saraya Îshak Paşa û sarayên din ên bûne bingeha muzîka hunerî ya kurdî vebêjin.
Muzîka kurdî û tirkî
Têkildarî mijarê Farqînî anî ziman ku li gorî otorîteyên muzîkê ji sedî 60′ê muzîka hunerê ya tirk ji muzîka hunerê ya kurdî pêk tê û wiha axivî: “Li gorî xebatên Prof. Dr. Mustafa Erduran Surat xebatên berfireh li ser repertûara muzîka hunerê kiriye. Li gorî lêkolînê ji sedî 40 repertûara TRT’ê ji meqamên kurdî pêk tê. Ji sedî 20 jî ji meqamên Mezopotamyayê pêk tê. Li gorî Surat di bingehê de muzîka hunerî tirkî ji muzîka hunerî ya kurdî pêk tê. Fanqînî diyar kir ku di muzîka kurdî de Malbata Mûsiliyan malbatek herî zêde derdikeve pêş e û wiha domand: “Îbrahîm Mehdî Mûsilî ku bi eslê xwe kurd e di dema Dewleta Abasiyan de teoriya muzîkê ya Pythagorasê ava kiriye. Mûsilî di bin hîmayeya Harun Reşîd de yekemîn dibistana muzîkê vekiriye. Dûre Îshaq Mûsilî ji bavê xwe ders girtiye û her wiha û her wiha piştre neviyê wî ev xebat meşandiye. Malbat demekê koçî Endûlîsa Îspanyayê bûye û gelek meqamên nû yên kurdî bi kar anîne.”
Jêder: Azadiya Welat
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Kovara yekem kovara muzîka kurdî Do-Jîn Yekem û tek kovara muzîka kurdî yê Tirkiyeyê Do-Jîn bi...
- Dİ MUZÎKA KURDÎ DE AWAZSAZ û STRANBÊJEK NÛ Jan ARSLAN bi albuma xweyî yekem “Evînperwer” gav avêt muzîka...
- Muzika kurdi kevnare.(70′an and 80′an) Bookmark on Delicious Digg this post Recommend on Facebook share...




0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.