
Şêro DalînîÇi şikefteke dev ferehî tu
li tariya bînpêketî
sîxurî
li tiştên min yên buha dixebite
û bi saw lêgerîna xwe dike
çixareyan bi çermê min dipêçe
bi agirê dehên weke xwe min vêdixe
û bi dilsojiya hezarên weke xwe min di şewitîne
bi gotinên arzan re qebqebê dikî;
ne kewî
û ne jê li ser çiyanî,
li pey termekî ser vekirî ve
meşiyam
mêvanê şevîna te ya tirşim
xwe bipernisîne
wêrekiya perperîkeke bê dûnde jî di dilê te yî guvaştî de
nîne
mirinî tu
mirî yî tu.
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Berfmalk / Şêro DALÎNÎ Ez ê bêm û agir bi gewdê xweseriya di dawa...
- Roja malwêran / Şero Dalînî Çi rojeke malwêran, çûkên min ji xulmaşiya mestbûneke herijî...
- Seyrana min î / Şêro DALÎNÎ Hingavtina tiliyên te, dîlan û reqsa min e tewafa tenikiya...
- Duho / Şêro DALÎNÎ Duho di xew de û di xirxira nerîneke şemitî de...
- Melayê me ji xwedê na tirse/Şêro DALÎNÎ Di dema ku nûjenî,pêşketin û xweseriya hiş mêvanî gundê min...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.