Herdu çavên min
Tijî axin
Bedena min ya sar
Li ser rûpelê erdê dikerike
Ez ji nû ve dijîm
Bi sedê caran dimrim
Di her carê de hezar mirin
Şevreşiyê rojên min
Xemilandiye
Xemgînî kundek e
Hêlîna xwe di kavîlen
Dilê min de çêkiriye
Di şevên bêxewîyê de
Windabûn êrîşî derûnê min dike
Û teyrên derdan
Di ezmanê rehê min de
Difirin
Xwîna min diherike
Û di dilê min de
Daristanekê ji janan
Çêdikin
Herdu çavên min bi axê
Neqişîne
Bedena min ya sarBi refên birînan re
Difire
Ez ji zû de mirî me
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Derengî birînê – Jana Seyda Weke biyaniyan te bardikir di rêyên dil de Anfalên xewnan...
- Jana Seyda Di sala 1976 an da li Amûdê hatiye dinyayê. Li...



1 Şirov
min xwash hat