Miradê Kinê
Miradê Kinê di sala 1943an de, li gundekî biçûk bi navê Gêra Cahfer ku bi ser Kercewsê ve ye, ji dayik bû ye. Navê bavê wî Ferho ye. Diya wî Hediya jî dotmama bavê wî bû. Ferho kurê Ehmedê Isayê Kinê ye. Dibêjin ku Isayê Kinê beriya sed salî ji biyaxetê hatiye û li Tora Hevêrka bi cî bû ye. Eslê xwe ji derdora Şengalê ne.
Miradê kinê heta carde saliya xwe Li Gêra Cahfer bi malbata xwe re jiyaye. Mirad di bicukatiya xwe de pirtirîn bi ap û bavê xwe re bûye. Li wan guhdar kiriye û bi wan re geriyaye. Di carde saliya xwe de weke hunermendekî xweser û profesyonel lis er musîk û ribabê rawestiya ye û baş fêr bûye. Dibêjin ku rojekê Mirad ligel apê xwe Usiv di civateke hunerî de amade bûye. Li ser vê yekê runistiyê civatê pirsa wî ji Usiv dikin. (Usivê Zekiyayê ku ap û xezurê Mirad bû.) Tê gotin ku Usiv hunermendekî mezin bû. Dibêjin şagirtê te kiye; Usiv dibêje biraziyê min e. Ew jî hunermend e, li ribabê dixe û distirêne. Li ser vê pirsa han Mirad radije ribaba xwe û sitrana Bavê Seyrê dibêje. Dibêjin ku her cendî Usiv sitrana Bavê Seyrê xweş distirand lê tê gotin ku Mirad li apê xwe zede kiriye. Piştî wê civatê êdî Mirad bi sitrana Bavê Seyrê tê naskirin. Ku ez bi xwe jê re dibêjim “ Bavê Seyrê ” (Sitrana Bavê Seyrê efsaneya Seyrê û Eliyê Memed e. ) Piştî demekê navê Mirad belav bû roj bi roj hate naskirin. Di dawiya xebateke bi rêk û pêk de. Mirad gihişte xweseriya xwe û sitîla xwe û bi navê malbata xwe hate binavkirin. Êdî navê wî bû bû Miradê Kinê. Her dera ku Mirad dicuyê de, gel xwe digihand Mirad bo ku li dengê wî Guhdar bikin û heger bikaribin kaseteke xwe li ber dengê wî bigrin. Civat li derdora wî digeriya. Herweha ji bo zemawendan dicû bajarên û metrepolên Tirkiyê û Kurdistanê. Di dawiya temenê xwe de Li Sêrtê di karekî dewletê de bû. Car sal temenê xwe Li Sêrtê borandiye. Di sala 1984an de, beriya sersalê bi 12 rojan seet yekê şevê kirîzekê derbas dike û wî dibin nexweşxaneya Sêrtê. Seet sisiyê şevê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Miradê Kinê gora xwe li Sêrtê li Goristana Şêxilhilo ye.
jedar : kerboran.com
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Mirade Kinê Bookmark on Delicious Digg this post Recommend on Facebook share...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.