hesare

Mela Yûsif Hesarî bû

Gelek jîr û şiyarî bû

Dema êrîş dikir yekî

Wek agir û dijwarî bû

Wezîrê axayê me bû

Axa li wî pir ewle bû

Herkes diçûn ber dest û pê

Hêvî di wî de pir hebû

Dijûn didan xelkê bi tov

Wî tim digo: ey hirç û hov !

Dengê xwe nakin, bûne tat

Win sêsed û ew yek mirov

Dema axa derket ji gund

Hate Cizîrê serbilind

Wî pir mirov, diz û çilek

Li xwe civandin bûne lek

Herdem diçûn nava welêt

Li gund dibarand ar û pêt

Kurtêlxwerên wî tim li pey

Tev xwînmij û dijwar û şêt

Talan û sed bêş û bela

Li gund dikir sed teşqela

Gundî bi qêrîn û hewar

Bi wan re hevpar bû mela

Serdarekî turk û neyar

Dihate nav wan car bi car

Gilyê Mela Yûsiv kirin

Gotin: melê malê me xwar

Hevalê axê derketî

Nan dayê herçî binxetî

Ew bûye altaxê çetan

Herçî ji turkan dûrketî

Ferman bi kuştin daye wî

Jêre nemane şûn û cî

Ew birne Eynkafê sivik

Dema ku serdar lê nerî

Kut-kut kete dilê melê,

Çawa bikevme vê belê ?

Çare nemaye, kuştine,

Kê xistime vê teşqelê ?

Cibê dirêj û rîş û şaş

Xeftanekî sade qumaş

Bi qûndera kabik bilind

Sivik revandin ew ji gund

Ev gotinin, seyda dibê

Leşker birim cem, lê sibê

Quran me derxist, daye pêş

Sed sûnd me xwar bê firk û bêş

Quran ji dest min girt û go :

Bawer bi vê nakim, kero !

Ew zorkerê pir bar û xurt

Bi ser me de kir zirte-zirt.

Quran çirand û perçe kir

Avête ber pê hûr û gir

Lê wî bi tirkî go: bibin !

Ez dame ber xwe pezk û gur

Min dî ku hêvî maye hêj

Min gote çawîş jêre bêj :

Kurkê mine li mektebê

Hêvî dikim bişênî pê

Çawîş dema ev jêre got

Yek rêkire mekteb bi lot

Çawa kurik anîn mi dî

Hêstir me berandin bi cot

Kengî kurik hat, pate da

Destê wî girt û berneda

Go: raste ev bavê te ye ?

Çawa wî destûra te da ?

Axa ku çûye binxetê

Bûye nevarê dewletê

Çawa dibî dostê neyar ?

Çawa wilo qîma te tê ?

Lawik kenî, go: ez xulam,

Gundî, dizanî şîrheram

Bavê mi pir zana û jîr

Tim alîkarê bêqiram.

Serdar ji min re go: veger !

Dûrî herin, ka virde wer !

Te ev kurik şand mektebê ?

Niha tu azad bû, de her !

Ne cibe û ne rîş û şaş,

Tev xwendina min çûn belaş.

Herçî dibêjî raste ew

Ê şaş emin, neko tu şaş

Çend sale ko min xwend û xwend

Çend sal me ders gotin li gund

Quran û şaş, karek nekir

Mekteb ji bo min bûye find

şêxên ko wek Ebû-Bekir

Li cem ne kurdan wek şekir

Yekî li ber sêdar û ben

Keşf û keramet çênekir

Herçî digotin tev derew

Min guh dida pirsên qelew

Hemî nezan û bîrnebir

Hişyar nebûn ne ez, ne ew.

Tu rast dibêjî ey bira

şêx û mela rengê gura

Bibêje, binvîs aferîn !

Ez hew dibêjim: gawira

şex û mela tev hov û din

Wan xistîye destê xwe dîn

Barê me îro bû giran

Ceng û hinav tev bûne xwîn

Cegerxwin

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. Jin/Mela Mihemed KOYÎ Bêjna qewmê Kurdan, Destê mindawa wan, Heye bi heqê Êzdan,...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.