Sîngateye bahra wanê
Wek kulîlka gülistanê
Bermaliyê çistîyanê
Maçek bide vî cuwanî
Bi dil pêtî dikim şîn a
Hiş nehat serêmin hîna
Bête bûme weki dîna
Maçek bide vî kovanî
Bejnate wek dara bîye
Zêr û zîv û cewherîye
Dil bi evînate tîye
Maçek bide vî xopanî
Şerkerê evînateme
Birîndarê dileteme
Ez ne şehîdû ğazîme
Maçek bide vî dîlanî
Her wextê bi gavû saet
Navête ji devêm neket
Pijak da li cüdî û serhet
Maçek bide vî hozanî
Bi navête pensê dide
Tim bi şikur û bi hemd
Her rojîda her demîde
Maçek bide vî evdanî
Tu evînek bi xîretî
Wek mey û lal û şerbetî
Bê tehmate dil bû petî
Maçek bide vî dêrdanî
Bi eşqate baperestim
Ne derewe û dil mestim
îEz li rêçate nawestim
Maçek bide vî wêranî
Her şevê reş te dibînim
Tim bi xewn û xeyalbînim
Li berte zêr direşînim
Maçek bide vî diljanî
Şev ü roj li bendateye
Binêr şev lime sibeye
Kejî dibeje guneye
Maçek bide tu vi levanî
Ahmet PEKDEMİR
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.