Şanoya Hunerê ya Batmanê vê serdemê 50 hezar kes kişandin salonên şanoyê û Koma Şanoyê Bart jî şano bi 30 hezar zarokan da naskirin.
Li gorî nûçeya CHA yê, li Batmanê pêşdeçûna di qada çand û hunerê de bandorê li sikakan jî dike. Çalakiyên çand û hunerî ku 2 meh in didomin, reng da jiyana rojane ya welatiyên li sikakan.
Hezkiriyên hunerê ku di Rojên Sînemayê, Festîvala Fîlmên Karkeran, Rojên Kurtefîlmên “Kisa Kes” (Kurt Bibire), pêşandanên şanoyê yên Şanoya Hunerê, Şanoya Bart û komên ji derveyî bajar hatine de hem şano temaşe kirin hem jî hem jî beşdarî panek û konferansan bûn. Hunerhezên ku bi konserên Newrozê re jî di meha adarê de rojên têr huner derbas kirin, di mehên nîsan û gulanê de jî ji hunerê bêpar neman.
Welatiyên ku di meha nîsanê de di çarçoveya “Hefteya Turîzmê” de riya di navbera Batman û Heskîfê de kirin riya kaniyê, di “Festîvala navneteweyî ya GapGençê” de 4 rojan temaşeyî pêşandanên 2 hezar kesên ku ji 72 bajar û 13 welatan hatine, kirin.
Di meha gulanê de bi çalakiya Rojên Wêjeyê ya Şaredariya Batmanê û çalakiyên 20'emîn salvegera bajarbûna Batmanê, çalakiyên hunerî domiyan. Di vê mehê de sikak bi pêşangehên nîgar û wêneyan xemilîn; li salonan jî belgefîlm, gotubêj, xwendina helbestan pêk hatin. Her wiha konserên mezin ku muzîkjenên wekî Ferhat Goçer, Mor ve Otesî, 4 çarpi 4 û Aynûr Dogan beşdar bûn, pêk hatin.
Ligel çalakiyên mezin ên wekî festîval û konseran ku Walîtî û Şaredarî li dar dixin, Koma Şanoyê ku li Batmanê xebatan dimeşîne, ji bo şano bê hezkirin di çarçoveya projeyên Sodesê (Piştgiriya Civakî) de 30 hezar kes kiribûn armanc lê komê armanca xwe derbas kir û 50 hezar kes anîn salonên şanoyê.
Saziya Çand û Hunerê ya Batmanê (BART) ku ji serê salê ve çalakiyên wekî pêşandana nîgar û fotoyan, kurtefîlm û muzîkê li dar dixe, bi koma şanoyê ku serê salê damezirandibû, şanoyê bi zarokan didehezkirin.
BART ê di 3 mehan de bi 30 hezar zarokan şano daye temaşekirin û vê carê dê lîstika “Haydî Karina Koş” (De Baz Bide Jina Xwe) ji bo mezinan dayne ser sehnê.
Serok BART ê Bariş Evîz ku diyar kir wan ji niha ve dest bi xebatên serdema pêş kiriye, got ku armanc dikin zarokek tenê jî nehêlin ku şano temaşe nekiriye.
mc AKnews
Şîrov
Nivisen Baldar:
- 5 Sal Huner Hat Qedexekirin Li Hunermendên Kurd 5 Sal Huner Hat Qedexekirin Derheqê endamên...
- Rojên Çand û Hunerên Cizîrê Li Cizîra Şirnexê, “Rojên Çand û Hunerê yên Cizîrê” destpêkirin.Bi...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.