Kulîlkên xwînê

Xwîn a di barît
Li tev dira
Li kolana
Li ser bana Li ber dera
Li ser mujîlankên rojê
Li rex pencera
Li ser xewnên me
Li ser bihara
Li ser coxîn û bêdera
Li ser sêhla germe nanî
Li ser pirrçê nazik esmera

* * *
Kat her şeve û …
pêjna xema nêzîk di bîtin
Dilê merya pirrî sehme û
Xwîn baran qed na bizdîtin
Tazî ji dilê sar û kavil
Na revîtin
Li ser lêvên birînên min
Ejdehakî nê paldaye û
Qed na çîtin
Dil bi xwe bûye
Parçek ji xema û
Ma kes bi xwe Ji xwe di revîtin ??.

Sherzad Zeynelabidin

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. Sala par / Sherzad Zeynelabidin Sala zêrrîn bû sala par Ev sal ketim ber meynetê...
  2. Bêy te / Sherzad zeynelabidin Bêy te bê cejn û biharim ,bêy te herê sare...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.