Asȋmanê min…

Kişwera keskesorê

Mazûbana kadizê, hêlekana srȋus ê…

Hêvȋyên nestewȋyayȋ… bi şewla morȋ û mircanên te avdidim

Brȋnên nekemili…

Bi perwazên teyrê di himbêza te de waftiz dikim

Di şevistaniyan de li ser axa mahrûm

Dargerȋnkan diçȋnim

Di ser pêlekanên ji şaxê hesûdȋyê ava bûyȋ

bi qemerê ve hildikişim

Ji şewq û şemalê didizim

Û ji bedewȋyê ditahmȋnim…

Li min gilê dike hetav

Ji buhişta keskesorê hatim qewirandin

Derȋyê tobê li min hatin girtin.

Bi baweriyek hermoloyȋ,li ber derȋ yê mizgeftê

bedewȋya qemerê kat dikim

dibêjim qey wê firȋşte bi min bixapin!

dibêjim wextȋ derȋ yê tobê li min vebin…

Xecê omeri

Şîrov

Nivisen Baldar nîne

1

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.