
Gemiyên fînîqiyan di çavên şevê de
pêl didan
û di derya de eşqa buharên tagirtî
Ba arame Beyrût
û qûma hesretan pîroziya razên qederê
Dixwîne
Bi semayên êvarên dîn re xilamş dibin
hemû bendergehên êşê
li ser dêmên bêrîkirinê !
Ba arame Beyrût
pêjnên nêrgizên bêzar
xêzên perîşanan ên li ser
zinarên matmayînê
pistepista Rewşê di guhê ewrên dilovan de,
evîna dawî ya şervanekî ..
evîna yekemîn a li ser bêdengiyê
neqişandî
Dil yeke dê eşqi yekbit aşiqan yek yari bes
qible dê yekbit qilûban dilberek dildari bes
Çendîn tu meya nalînên wê
dorpêç dibûyî ?
Çend caran tu di navbera sînga wê û
sînga wê de
winda dibûyî
ji dayik dibûyî
zuha dibûyî ?
Çendîn tu bi dengên xwedayên wê
bi hilma çiyayên aware
bi stiranên Feyrûz
dihatî vexwarin ?
Ba arame Beyrût
hê keştiyên te bê keştîba
di navbera zindanên wê û baxçeyên sirgûnan de
rêwîne !
hê jî demsalên wê
di hembêza qedera te de dighîjin hevdû
û ji Beyrûtê ta Beyrûtê
ji mirinê ta sirûdên barkirina dawî
Balindeyên tenêtiya te
bi dengvedana janan re koçber dibin
û Beyrût şîn û kesk dibe..
hê jî di navbera çavên te û çavên wê de
gelî şil dibin
û sirweyên bêdengiyê
dihejin ..
De keserên xwe
bi bayê Beyrûtê re aram bihêle
da ku tiliyên bêxewiya te
bejna stêrkên bendemana wê
hembêz bikin..
Jana Seyda
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.