JI BO EHMED HUSEYNÎ
Embara kul û êşan di dil de
Himiniya çemê dîrokê diçirîne
Meya ku ji kakilê avestayê hatîye vedizîn
Egera lêgerîn û ji serxwe çûyinê ye
Dolbenda li ber pozê peyvdankê alandî
Hêmaya gayê bin nîr e
Umrê bi jehra biskê xemê nexemiliye beyhodeye
Sî û sîbera venişiye ser tûncik û simbêla narincî
Ewrên teqînên bahozî ne
Yaqûtên ji nava qurmîçokên eniya qemer digindirin
Îksîrîn xewn û xewnerojkan diazirînin
Dilşêr Bêwar
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.