Çîçekên bax û buharan
Mane bê gul-av û bîn
Guh didêrim dengê zaran
Bilbilan dîsa girîn
Her li dil kêra neyaran
Min nedît rojek şirîn
Dil wekî lat û zinaran
Bo welatê xemrevîn…
Roj û şev herdem li karan
Dest û lingêd min şikîn
Tu li ber cotê guharan
Herdu çavên te revîn
Ez li pey derman û çaran
Bo welatê dilbirîn
Ez diçim bustan û daran
Tu li pey kincê zerîn
Ez dikim gazîn, hewaran
Tu dibêjî: Gul çirrîn!
Jin wekî hespên suwaran
Pir bihane nên kirrîn
Hezdikin dengê guharan
Hiş bi wana re firrîn
Ger tu pêdî deh hezaran
Wêbibêjin: Kanî…hîn
Bav û dê mîna tucaran
Herdu bê wijdan û dîn
Jin wekî alafê aran
Ey birano, kes nebîn
Piştê xwe dane dîwaran
Dilguman in, bê yeqîn
Lêdidin mîna neyaran
Dev û lêvan hingivîn
Ma niye carek tu karkî
Bowelatê Kurdoîn?
Van gulên gêtî şiyarin
Vaye Kuba, vaye Çîn
Bo me Kurdan reş û tarî
Her li jêr û serşikîn
Ez dikim kar û xebatê
Tu li ser min bûyî Zîn.
Cankurd , 1979
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Bangek bo berhevhatinê / Cankurd Di dîroka gelên cîhan Gelek çûn jor û azadin Bi...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.