jin_jinkok

Cihan bûye zivistan

Rê û biwar rawestan

Berf û baran û bahoz

Hawîr bûye terpetoz

Çûk nikarin derkevin

Teba nema dilivin

Rê winda kir çîqê reş

Di wê roja pir nexweş

Cihan li ber tarî bû

Ew nizanî diçî kû

Bi bez diçî, dil bi kul

Per û terî hemî şil

Ji ber serma Sibatê

Xwe avête ber latê

Pir tarîye, bû dereng

Di şikeftek reş û teng

Çîqê reşê pir bi rû

Xwe avête hindirû

Ket hêlîna kevokê

Xwe berdaye ser çokê

- Kevokê kir qire-qir

Pepû, ji ku hatî vir ?

- Ba, bahoz tên bi gij-gij

Cihan tevde bûye mij

Ez hatime mala te

Xwe daye ber pala te

Ej î wekî te teba

Gerek bêjî: merheba

Van çend rojan Sibate

Tim namênim li ba te

Ezê herim mala xwe

Bighêm cem hevala xwe

Lê kevokê bi xeyd go:

Na heyra, na, de o, to !

Îşev raze, sibê zû

Here bêka diçî kû ?

Ez bi tenê jina bî

Hêlîn tenge, nîne cî

Nêr hemî dest dirêjin

Xelkê siba çi bêjin ?

Dost û mirov û neyar

Wê bê: bûne dost û yar

Ne wek hevin per û post

Em nikarin bibin dost

Lê çîq per gihandin per

Hinek bala xwe da ser ;

Bi evînî jêre got:

Heta dil û ciger sot

Ejî wek te xwedî per

Zivistane, bê mefer

Heçî mê ne, dilovan

Ez li te bûme mêvan

Ey kevoka cowan per !

Kî mêvana dikî der ?

Bere bişkî bayê reş

Belkî cihan bibî xweş

Navêm li cem te razim

Xatir ji te dixwazim

Ezê herim mala xwe

Herim cem hevala xwe

Cawa laşê wê germ bû

Dilê wê pêre nerm bû

Ezê bêjim guh bidê

Mêvan mêvanê xwedê

Lê berê xwe mede min

Cawa hebî qelse jin

Hinek dûrî min here

Berê xwe jî bighere

Oh, de çine evên nêr ?

Li ser me xwe dikin şêr

Heçî mêrin tolazin

Li pey jinan dibazin

Ev şikefta me wek dêr

Ez paqijim weke zêr

Gotin çend gotinên tewş

Bi herdiwan xweş bû rewş

Çîqê reşê bê fedî

Ji nû riya xwe tê dî

Perên xwe berdane ser

Wî kişandin çend keser

Go: şêrînî, kevokî

Xuyadikî zarokî

Ev cihana pir mezin

Ne serî û nejî bin

Mişte ji evîn û jîn

Hebûn çiye, bê evîn ?

Jin çiye ko nebî mêr,

Ko xerc ne bî çiye zêr ?

Rewşa jînê mêr û jin

Herdû hevdî dimijin

Em ronîya vê jînê

Sazin ji bo evînê

Mêr û jin ko bighên hev

Li dil ronî dibî şev

Bihîstine Mem û Zîn

Kîne Ferhad û şêrîn ?

Eger nasnakî evîn

Xec û Siyamed bixwîn

Ew qas li min mebe leç

Bixwîne ka çilo Xec ?

Dil ji kul û xeman mişt

Di evînê wê xwe kuşt

Ez Memê me û tu Zîn

Ez Ferhad û tu şêrîn

Ez Siyamed tu jî Xec

Çi jinbî û çi jî keç

Ey kevoka per heşîn

Heç î nêrin, Ciger-xwîn

Mêr çiyakî pir paqij

Lê jin li ser bûye mij

Ez ne dînim, ne gêjim

Bi kurmancî dibêjim :

Sergo nadin ser bana

Jin guh nadin mêvana,

Ev pirtikên xweş û nerm

Ku nekşênin hilma germ

Çi hêjaye jîna te

Ko nekşênim bîna te

Siba wê bibî bihar

Teba dibin dîn û bar

Serxweş dibin ker û gur

Bi zûr-zûr û bi zir-zir

Bi wan xweş bin dem û çax

Hawîr dikin ox û ax

Bi wan şêrîn dibî jîn

Dilan dadigrî evîn

Pey hev kevin jin û mêr

Yan jî heçî mê û nêr

Tilûr bikin qişte-qişt

Laş ji evîn dibî mişt

Çiqas paqij bî wek zêr

Mê nîne dil nedî nêr

Gerek hebî hespê nêr

Çavên te jê bibin têr

Perên xwe têxin nav hev

Çi bi roj û çi bi şev

Ji hev bistênin germê

Ji xwe bavêjîn şermê

Xwe têxî ber dilê wî

Birevênî kulê wî

Bi we pir xweş bibî jîn

Tijî bibin ji evîn

Ejî nêrim, tijî mê

Serma me kuşt bi germê

Emê hevdî kedîkin

Çêlîkên xwe xwedî kin

Ew kevoka jinebî

Zû fireh kir jêre cî

Çeng û per lê şikestin

Herdû bi hevre mestin

Kete nav lingan terî

Dibin çavan lê nêrî

Pê xweş bûye gelek jîn

Dil dagirtî ji evîn

Cihan pir pê bûye xweş

Xwe siparde çîqê reş

Piştî ko roj çû ava

Ew bûne bûk û zava

Derbas bûn ew demên sar

Sibat çû û bû bihar

Gul û kulîlk çûne der

Cihan bûye kesk û zer

Her kes rû geş bi jînê

Dilbijokên evînê

Teba hawîr digerin

Tilûr bilind difirin

Candar hemî bi şadî

Divên gerdanazadî

Çîq û kevok bûne cot

Wek destûra xwedê got

Geh bi roj û geh bi şev

Dane hevdî lêv û dev

Ji nişka ve dîn rokê

Qolinc hatin kevokê

Hêkên wê ku bûne heşt

Ji nû li ser wa rûnişt

Bi ser wan de bû pisîk

Heta ko bûne şêlîk

Lê dî ko reşin wek çîq

Ji nû kire şîqe-şîq

Kire gazi go: hewar !

Firi jor u hate xwar

Kire qir u şiqe-şiq

Xwe avête riwê çiq

Çîq serê jêre danî

Kevok dîsa çu banî

Dîsa bi hêrz hate xwar

Reben, ji ber qare-qar

Çend êrîş anîne ser

Li wê navê xweş bu şer

Çîq jêre go: diya min,

Çiye kêmasîya min ?

Go: ev çiqê reş u pis

Te wêran kir li min lîs

Ez paqij bûm weke zêr

Te ji banî anim jêr

Min nav nanibûn ser xwe

De wer rêkê jê derxe

Ezê çi bêjim xelkê ?

Wê nebêjin: te ji kê

Wergirtine ev çêlîk

Ne pîroz bî ew kêlik,

Ko, tu hatî mala min

Xwe avête tala min

Bi vi serê tey mezin

Ez jitere nabim jin

Çîqê qurpiz go: tifî

Bê li bextê jina bî

Ma kes karî li dinê,

Bi zor bazdî ser jinê ?

Bi te ez bûbûm şekir

Îro dibêjî: siktir !

- Ez kevokim per sipî

Keç bim yan jî jinebî

Ez paqij bûm weke zêr

Ez neghame kesê nêr

Ji bazî re nego: fîq

Çawa bibim jina çîq ?

Bixwe ket û kir hewar

Çêlîk tev avêtin xwar

Ji nû rabûn hêrzên çîq

Bi ser de kir şîqe-şîq

Êrîş birê bi nikil

Lê pir kirin xem û kul

Bi xeyd ji kevokê re got:

Te hinavê mi tev sot

Ey kevoka jinebî !

Tilûr çi reş, çi sipî

Hemî j i yek bavî ne

Meger bej û avî ne

Sipî û reş û belek

Di jînê de hemî yek

şaşa mela û keşe

Yek sipîye, yek reşe

Lê herdû jî olperest

Xwedî destûr, xwedî rist

Mî ya sipî, mî ya qer

Weha renge ga û ker …

şeb sipî ye, reşe misk

Berf sipî ye reşin bisk

Roj sipî ye reşe şev

Reş û sipî weke hev

Rengê teba hezarin

Bê pîvan û jimarin

Kesk û sipî, sor û zer

Li jor dibin qozeqer

Em tev ji vê axê ne

Xwej min çêtir mebên e

Kevokê go: çîqê reş

Pir çilekî wek keleş

Reş û sipî ne wek hev

Kengî roj dibî wek şev ?

Reşik tev bê ewle ne

Li ber destan kole ne

Tên kirîn û firotin

Weke êzing û rotin

Çîq go: na, na, tu şaşî

Di vir de pir li paşî ;

Reşin hene serbestin

Sipî gelek bindestin

Lê tev karker û cotar

Dibin kolê koledar

Mirov hemî weke hev

Tevlî candar dibin tev

Candar hemî xwarinxwer

Hinek hene bîrewer

Mirov xwedî zimanin

Ji me çêtir dizanin

Pêş ve diçin dem bi dem

Li paş mane tenê em

Kevokê go: bese, bes !

şikeft li min bû qefes

Dev ji felsefê berde

Te naxwaz im mi berde

Çîq go: kevoka sipî

Evin weynê jinên bî

Reş paxerin, sipî, zêr

Niha bûne jin û mêr

Eger qanûnek hebê;

Divê tu pey min de bê

Jin tim darê şikestî

Jêre nîne serbestî

Go: bi serê tey mezin

Ez ji te re nabim jin

Jehrê têxim vî dilî

Ezê li te kim gilî

Herdû firîn çûn ezman

Çun dîwana Suleyman

Çîrok li civatê got

Dilê tevan kir bizot

Lê wezîrê wî yê kurd

Go: ey şah û Yezdîgurd !

Bere herdû bifirin

Emê li wan binerin

Ka raste herdû wek hev

Raste ro jî weke şev

Herdû rabûn xweş firîn

Li ezmana xweş gerîn

Çîqreş dema hate xwar

Xwe avête ber dîwar

Lê kevok hat ji ezman

Çû ser destê Suleyman

Wezîr gotê: ezbenî,

Ezê bêjim, ne kenî :

Herdû ne babetên hev

Ro jî nabî wekî şev

Çîqê reşê kesnedî

Ne wek kevoka kedî

Ev kevoka dilovan

Tê ser destê Suleyman

Nej bo reş û sipîtî

Ji bo hovî, kedîtî

Jêre navê xeberdan

Kevok jê hate berdan

Çîq gote mîrê cina

Guh mede weynê jina .

Li nik çîqê teyê reş

Çîrokek heye pir xweş;

Ferman bike bibêjim,

Da zanibî ne gêjim

Ne kin û ne dirêje

Suleyman go: de bêje

Go: xortekî ser bilind

Keçek anî wî ji gund

Ro çû ava, bûye şev

Bûk û zava gihan hev

Berî herdû bibin cot

Wan ev ji hevdî re got :

Jêre da sozek mezin

Ez dest nadim jinek din

Xwedê çêkir jinik mir

Gorna wê li pala gir

Mêrik li ser wê girî

Lê wê çi bêjin mirî ?

Eger salek, eger do ;

Xwedê ji Cibrîl re go:

Rabe here vê şevê

Biner ji min çi divê !

Cibrîl sivik hate bal

Te çi divê ey heval !

Ger te divê zîna xwe

Bidê nîvê jîna xwe

Ezê ji bo te rakim

Dilê te û wê şakim

Mêrik pêre çû rayê

Nîvê jîna xwe dayê

Deng bat ji gornistana

Cibrîl rabû ezmana

Mêrik dicî de bû kal

Jinik rabû wek xezal

Kalê reben berde çû

Lê ew dûrî wî dibû

- Pitê, ez mêrê te me

Li ser wê soza xwe me

Bû tiq-tiqa wê, kenî

Go: bes kalê dev genî

Ez a gewra çav xezal

Çawa bikim evê kal ! ?

Kalê reben, bê mefer

Wî êrîşek bire ser

Li wê navê bû hewar

Ji wêde bat yek siwar

Lê xortekî gelek rind

Bejn û bala wî bilind

Dest avête destê wê

Avêt ser pişta hespê

Siwar jinik bir û çû

Kalê, tifek daye rû

Cibrîl hate serê gir

Weke berê dey lê kir

Ha, ka jina te ya baş

Xwedê şaşe, yan tu şaş

Go: ez kolakî ser reş

Xwedê çibkî ewa xweş?

Cibrîl gotê: kalê dîn

Jîna xwe jê tu bistîn

Mêrik dîsa wilo got

Dî ko dîsa bûye xort :

Ey padîşahê ser text

Li cem jina nîne bext

Dil bi kul û bi derdim

Çawa jina xwe berdim ?

Bersiv dayê zû kevok

Hin jin hene, hin jinkok

Destûr bide kevokê

Ejî bêjim çîrokê :

Hebû keçek gewr û rind

Bûbû çîrok li nav gund

Xortek rabû dest bi dest

Qelen da û keçik xwest

Piştî ko roj çû ava

Gihanhev bûk û zava

Herdiwa sûnda mezin xwar

Ji kesî re nabin yar

Li wan demên pir dirêj

Derbas bûne bê sergêj

Mêrik rojekê bi lez

Berê xwe da nava rez

Tiving li ser milê wî

Tiştek kete dilê wî

Ka ez wê bixapênim

Da rastiyê bibênim

Tebak li wê çolê kuşt

Derpê di xwînê de hişt

Nava lingan kire xwîn

Hate malê dil bi şîn

Çawa jina wî ew dî

Kire qêrîn, da girî

Mêrik kete nav ciya

Jinik rûnişt ber piya

Go: ka bêje çi bûye,

Birîn çiye, li kûye ?

Go: min yeke neçê kir

Min tebakê xwe jêkir

Jina wî ya pir ciwan

Jêre wê got: dilovan ,

Li ser soza xwe me ez

Tu kes naçî li nav rez

Jinik kete qomana

Weke tavên barana

Sed dihat û sed diçûn

Çawa çêkim ewlebûn ?

Ewlebûnê ku çêkim

Divê pozê xwe jêkim

Rabû çû odake dî

Wê gûzanek li wir dî

Pozê xwe wê zû birî

Zor da hewar û girî

Mêrik sivik rabû, çû

Li ser qadê dî kepû

- Pitê, min derew dikir

Go: te ya xwe bi mi kir

Wî pozekî sade zêr

Çêkir mane jin û mêr

Guh mede vî çîqêreş

Çîroka mij te ra xweş

Ji civatê re go: mîr,

Ev wezîrê mi pir jîr

Go: bi serê bavê min

Hew tu jêre dibî jin

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. Sofîye Meyxanê Me Were da biçne meyxanê Bila dîsa tu sofî bî Eger...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.