şev ji tarîyê reştir e li derve
berf ji dûran sermtir e
li hundir im li ber sobê
di dilê min de hez
ji sobê germtir e
.
pêşî çavên te derdixim ji veşarê
paşî porê te
û rûyê te di dû re
destê te
birq û nermiya kenê te
li nav tenêtiya xwe dixim gişan
li nav êşên xwe kêmasiyên xwe
xewn û daxwazên xwe
dibirêjim li ser agirê dil
di miqilka xwe herêkirinê de
wek simyagerekî
hezkirinê çêdikim ji te
Dûrzan Cîrano
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.