Hêvî çi ye delala min?Erdal AYNA

Te dît ew tîşteki;gava tê ziman

Zincîr dikeve zimanê helbestvanan

Te dît ew tiştên ku di ax a xwe da kulîlkên aşîtîyê vedişêrin

Te dît ew stranên ku li du evînê tên ziman

Hêvî,efriqayî

U revên zarokên pêxwas in

yên ku ji teyran direvin.

Yan jî bersivdayîna kevirên zarokanin,

Li hember gulleyên faşîstan

Li Colemêrg, li Gever

yan jî gelê ku ruyên wan ji xwînê nayê naskirin…

Li erdnîgariya Mezopotamya

Hêvî,

Yan dayîka Şemîyê

U li deri deri li zarokên xwe digere

Li warekî ku roj lê hiltê,

Yan jî lîstika aktorekî miriyên zindiye,

di bin jopên polîsanda

Hêvî giriyên jinên Kurd,

dibe bahr u diçe silav dide Çiyayê Mazî

 

Hêvî çi ye evîna min?

Ma girtîbûna zimanê dayîkê nîne?

Ma ne karkerên çiyayê,

Ma ne çiyayên Zagros

Ma ne Serokê di girtîgehêdaye

Çima na bêje

çima deng ji zimanê te yê şêrîn dernakeve ?

xewn nîne hêvî?

Yan jî ew xeyalê ji bîra mirovan çûne. ?

Hêvî,

gulîyek dara zeytûnê ye

Ew guliyeke di destê mirovanda hatiye çilmisandin?

Hêvî çi ye delalê ?

şerên bafiroka zarokên bindest u firokên şer

Li ezmanên rû reş…

Bêje ?

Çima li erdê mêze dikî?

Ma qey tu fedî dikî?

Çima nabêjî ?

Ewqas zore navê wî ?

Hêstrên mirovên bêkes nîne hêvî…

Hebek zeytun nîne?

li ser sifra zarokên bênav

Yan jî qurtek ava şêlî ye

li çola Sehrayê

ma qêrîna zarokên kolanan nîne?

Li bajarê Amedê.

Ewqas zore wateya hêvî,

Ne xemilkirina bukên ku hinne li destên wan tuneye?

Yan jî rûpoşên ku li ser ruyan

dema diçe nav mirovan.

 

Hêvî çi ye delalê ?

dibe ku desthilatdariya televizyona dewletê be

u kirinên qehremanên gel be

bi dengekî wêrek bang dike;

‘’Bîn bîra xwe,

komkujiya Helepçê bîn bîra xwe,

A Mereşê

A Dêrsimê

yan jî kuştina dayîkên gundê Bilge bîn bîra xwe.

Di filmê polîsîye da

 

Hêvî,

Dibe ku gava mirov li rûyên te dinhêre,

dîtina wêneyên êşên te tê ber çav

Yan jî xêzên qermiçî yên di bin çavên te,

Yan Xemgîniya çîroka evîna MEM û ZİN’e ..

 

Hêvî çi ye delalê tu zanî ?

Qêrîna xwendekarên Kurd

Ew xwendekarên ku li benda înfaza xwe

Komara Îslamê di destê Îranê de,

yan jî zarokên bêrîya lîstikan kirine,

 

hêvî çi ye delalamin?

Dibe ku mîlada gelekî ye ku bê cîh û war maye,

li benda pîrozkirinê ye,

 

Hêvî çi ye tu zanî ?

Hêvî tu yî delalê

Tû ya bedew

Tû ye navê wi welat

Hêvî tu yî welatê min ê bê nav

Tû…

 

Beritan Erdal AYNA

 

Şîrov

Nivisen Baldar nîne

1

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.