helbesteke bo bîranîna shehîdê nemir Mishe,il Temo di 40 rojiya wî de

 

 

Henasa hizra du çiyayên serbilind

„ Bo Miṣel û Ṣêx Maṣûq di xelwetgehên xwedê de“

 

Li wir, cihê êvar tête xwarin, dawiyeke din tune ye,

valahî heye.

Di rêka kadizan de, stêran roja xwe windakir.

 

Spêdeyek, kolana hişê min, xewneke jixwerazî birîndar ketibû.

Xelwetgeha  wê, rû bi rû bêciriya xwe li bazara êşan belavkir.

Nehişiya min ji nişkekê ve, hawarên xwe hijmartin, yek, do, sê, gelek, nema tên hijmartin.

Ne derya, ne jî bej dikarin susretên min û te li hev par bikin.

Ev keldumana şerekî li Orok bû.

Daristan, tu bûyî, Sîpan heta bi ezelê xemgbar hişt.

Û…tu diçûyî.

Rojekê dê erd û ezman bi germahiya te bisojin û..

Tu, dê li gerdûnekî din, xunav, pêrgî min bibî, êdî ne tu û ne jî ez, em hene.

 

Şev ji xwîna sirûdan, Gulwazên mirinê dikişîne.
Beravayiya berbangan nisrînên te girêdan.
Şevê tenê hiştim.
welatekî rût, bi tik û tenê me.

Kolanên te sûnd in, dengê bêdengiya te,
av  têr dikir,
li ser guhanên xurcejîna te,
Hespê xewnên te, şevê li ba dike.

 

Li wir,

dûrahiyên te ji çavên rojê xelata zindîbûnê werdigirin.

tu û henasa azadiyê cimik in.

Welatekî ji bazbendan,

Çav cam e, şev e, li ser dêmên pencereke tarî, baran ji dengê te dibare.

baran  bariya..

pêlan dane dûv hev,

wan bigire, di kaniyên mirinê de, ken in.

 

Berhemê tenêtiyê himbêz bike

Beyebana revînê ji çavên min…

Derbederî

Li ser zimanê te

Daristananek ṣîn dibû

diçî, gulek li ser singa te

çavên baxiziyê,

çend mar, û qûnaxên êṣê hene,

 

Lli wir……

wan ji min re bibêje

qûnax in di nêvbera min û te de çêbûne.

 

serî diêşe

tu dûr diçî  keleh li wir hebû

şahinşahekî veşartî

di xilmaşeya helbesta min de.

Dîmenê rastiyê tenê mirin e.

 

Asîman li dûrvê keniya te xwe pêça bû,

Bêy te, dengê azadiyê kiz e.

Dê rûbarê êşa xwe, bikim lehî û bi ser kavilên hizra te de biherikînim.

Xwîna te zingilê şevçiraxên deşta Mêrdînê vedilorîne.

 

Ji sîbera hizra te, şikestinên min jî kovandar in.

li ser çeperên vê jiyanê dibim çêra guran.

Bakur dûr e, mişt e ji mêrxasan

Kolanên cîran û brayan teng in, tu kesk dikî, li bendî vegerê me

tarî ye, li ser pêpelûkên van qûnaxan  spîbûna te didize,

keskahiya te, zer û sorahiya te divên binax bikin.

Dem têra wan nake…

Em hîna xirecira ṣevçiraxên hawar te

Sinorên me ji dengê te dipelqizin

Qîrên me, kolan serxweṣ nekirin

Tenê hêviyeke min hebû,

ku baqek gul di destên te de bûya

daku li wir li nav cibeya Ṣêxê me bêhna xwe vedaya

 

Tengezarê Marînî

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. Strana bîranîneke winda/Tengezarê marînî Heyvek, asîmanek û deryayeke reş hertişt reş tenê ji ber...
  2. Henasa cinan ez girtim/Kamran Simo Hedilî xatirxwestina çavên te roj di nava min de veşart şev...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.