xatirxwestina çavên te
roj di nava min de veşart
şev kir e
vizîna guleyên bêhnxwîn
ewrên giryok
heyva evîndar radimûsin
rê mîna laşên kuştî
li peyî te dirêjî bûn
çavên min
di reşkonê tarî de hatine çarmixkirin
zebaniyên şadîkuj
mirinê li ber serê min şîr didin
bi siya bêdeng
dil giraniya jana çiyan hilgirt
nalîna hişê min hişiyar kir
henasa cinên tirsê
di tenêtiyê de ez girtim
16.07.2011
Kamran Simo Hedilî
Şîrov
Nivisen Baldar:
- hatime jibîrkirin/Kamran Simo Hedilî hatime jibîrkirin pencera biharê hatiye girtin û pelzeriya payîzê dixuye...
- Ez ê herim / Kamran Simo Hedilî Ez ê herim ez ê şadrojên çûyî têxime tûrê xwe...
- Sinorê mergê min/Kamran Simo Hedilî nava min pirdengiya daristanê ye rastiyê li dîwana derewan...
- Henasa hizra du çiyayên serbilind/Tengezarê Marînî helbesteke bo bîranîna shehîdê nemir Mishe,il Temo di 40 rojiya...
- GALEGALA GIYAN / Xizan Şîlan ez ne destpêk im ne jî dûmahîk ne dişibim xwe...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.