Min çaven xwe bi demsaleke baraneve mixkirin.

Bêhna levên welatê te, hîna bi axa minve zeliqîye.

Ez jî baranim, an jî rengekî baraneme.

Ezê her tim bibar m bi roj u bi şev, ezê bibarim bê sînor u be welat.

Ma kî dikare bêje welatê barana heyê.

Ezê bibarim

Ezê bibarim hetta ku dilopamina dawi ketîye ser reçên te.

Reçên te yên ku dilêmin li ser asumana dişopîne…

Welatê min bêdengîya çavên teye.

Ez wek dilopek barane diterişim li zinarên sinorên te

Çirusken bêbextîyeke bi nêrînen te nîzek diwarên min dibin

Tu mirinekî

Tu mirineke bi rumeti li newal û bajarokên bitenêbûna min

Ger kû hebî jiyîna min niwiseke dîrokîye

Lê kû tu nebî ez jî tûnebûneke girseyîme

Mirin li hêsen min dibare dema kû te ez bi çuyîneve ru bi ru hiştim.

İsmail YILDIZ

Şîrov

Nivisen Baldar nîne

1

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.