
Gula sor
Hilbû jor,
Bîn da dor,
Gula sor…
Gula sor
Li paş çiyayê Qaf şen bû
A’lem jê re evîn bû,
gula geş,
Bi me xweş,
Da me heş,
Em bi bîna wê sermest,
Nazenîn…
Xemrewîn,
Xemilîn,
Pê zemîn,
Guleke bê kelem e,
Di nav baxê îrem e,
Gula sor,
Em li dor
Bicivin,
Bîn bikin
Dor Bi dor.
1940
QEDRİCAN (1916-1972)
Şîrov
Nivisen Baldar nîne
1


0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.