ez
ne destpêk im
ne jî dûmahîk
ne dişibim xwe
ne jî kesên din
xeyaletekî taristanê me
xewnên reşbelek
kul û keser
eşq û derbederiya xwe me
ahenga xemgînî û dilşadiyê me
qelebalixa dengên bêwate
bêdeng min diponijînin
dikevim binçengê hevokên şikestî
bi jana ramanên xwe re
digerînim
mêjiyê helbestê ker û lal e
parsiyên hestan kor û kulek in
ziman
di galegala ferhenga demê de
nalenal e
celadên devbixwîn
siya kenê çavên min tawanbar dîtin
û li dadgeha dîroka rûreş darizandin
min
li ser erdnîgara hesreta salan
roj qulibandin şevê
şev qulibandin rojê
cilûbergên xeyalên mirina bêbext
li xwe kirin
li ser doşeka bîranînên toza striyan
raketim
xewnereşk
xwe li bedena xewa şevên şîrîn dipêçin
eniya êşê maç dikim
bareşa temenê têkçûyî
didim ber keviran
bi rêberiya dilê fedyok
bi ferişteyên giyanstan re
peywendiyê datînim
û bi coşa çepikên serkeftinê
destmala keştiya azadiyê
li ba dikim
Xizan Şîlan
2010-01-01
Stockholm
Şîrov
Nivisen Baldar:
- NE ŞEWITÎM NE JÎ VEMIRÎM / Xizan Şîlan Cîhana xewnên şîrîn di bîra kedereke nûdem de binax bû...
- EZ JI XWE DÛR IM / Xizan Şîlan êş û kovan ji parzûna eniya şev û rojan bêdeng...
- BAFİROKA DİLÊ XEŞÎM/Xizan Şîlan bi saya hestên ciwanmêr bêhêvîtiya şevên asîmana sayî silav dikim...
- BILBILÊ DILÊ MELÛL / Xizan Şîlan li demsalên bextewariya berbabûyî peleke ji dara xwe weşiyayî me...
- PERDEYA XEYALÊN TAZÎ / Xizan Şîlan digerînim bi lorîna strana dilşewat bedena xwe yê tazî dinixumînim...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.