evin-a-ilahiXelkno, werin bibînin,
Çi husneke bi kemal e,
Heyran Ji dil Bibînin,
Ji sene’ Zewal celale.

Sene’ Xwedê ku danî,
Sifhe ji nûrê dana ye,
Enber li ser kêşaye,
Enber ket xet di xale.

Xalên di şibê enberî,
Dêm her wek qemerî,
Ez t’êr nabim ji munzerê,
Min naçit ji xeyalê.

Min qet naçit ji bîrê,
Zilfêt Şibhê herîrê,
Wê li ser be di Mûnîrê,
Dagirt bûn helale

Ebrû helale eyd e,
Dêm her wekî xurşî e,
Eblek Şibê Nahiîd e,
Cibhet meha bi kemal e.

Cibhet meha tevav e,
Rû sor gula bi xunav e,
Reyhan hatne hindave,
Nesrînyan da û pale.

Nesrîyan çû bext bestê,
Min nêrî Pê hoste,
Eqlê min çû ji deste
Heran kirim derhale.

Heyran bûm ez di dinê,
Sohtim ji dest evînê,
Ji xwe nakim hîvya jînê,
Li’m kêm bûn mah û sale.

Li’m kêm bûn mah û salan,
Metne ji lam û dalan,
Ji ber zehmet û eşkalan,
Ez t’êr dikim miqale.

Çavê min xûn jê dibarî,
Ji ber eşqêt xumarî,
Wekî ava di carî,
Bê wext û bê mecal e.

Garden şûşa nebatê,
Lêvê şerbeta heyatê,
Ji hisna bit welatî,
Bi min cahî helale.

Methê di nazenînan
Û sefê di xûn şîrînan,
Wekî dûr û yasînan,
Ez her dikim emale.

Baxê ku sed bihar lê,
Bilbilêl lalezar lê,
Ku sed gulê bi xar lê,
Bilbilî nale-nale.

Ji Hindê bînin taracî,
Ji Mermerî bînin xeracî,
Ji Romê bistînin bace,
Ji bo xemle şepale.

Dêma xalê di hûr lê,
Eyna zilfet stûr lê,
Rû nîva gûhê tûr lê,
Mehbûbe bê mîsal e.

Hisna te ya Hebîb e,
Dilekî min jê xerab e,
E’lî tu bikî nesîbe,
Dest bidit wesale.

Hisna te ya dilxah e,
Di,lber lebsî sîyah e,
Bi min Kaa’be Ellah e,
Tewaf dikim her sale.

Ji Hind bînin talanî,
Bikin gilî sibhanî,
Ji bo çavê şa-siltanî,
Dema bêtin sersal e.

Çend bibêje Elî sadiq,
Ji esrar û di qayb,
Ji wan wesfê di layq,
Ji hisna ya delale.

Şîrov

Nivisen Baldar nîne

1

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.