Ezbenî! Em Li Hêviya Heyamekî Nû Ne

Konê Reş

Ezbenî! Min bîr ne dibir çima;

Beriya Mêrdînê, deşta Sinceqê,

Deşta Sirûcê û çiyayê Kurmênc

Di hewşa mala min de radizên?!

Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Efrînê û Kobanî..

Her êvar li min dibin mêvan?!

Erê, min bîr ne dibir çima;

Darên Beriwa ji ser çiyayên min direvin û

Darên Çinarê, ewên kevnar, didin pey wan..?!

* * *

Ezbenî! Em bi hêviya heyamekî nû ne;

Heyamekî, ku em porê serê wî

Bi çîrok û çîvanokên kevin û nû

Şeh bikin û bihûnin..

Kirasê wî ji kul û derdan daweşînin..

Erê pêwistiya me bi heyamekê nû heye

Heyamekî ku ji tirsê ne tirse û

Bi cegerdarî karibe;

Di ser agirê gurr re çemke û bibeze pêş..

Erê, em bihêvîne ku careke din

Kaniyên çemê Xabûr der bibin û vebin

Av di best, cog û newalan de biherike..

* * *

Ezbenî! Em bi hêviya bahozekê ne ku

Zimanê me bihejîne û

Bend û lelan bişkîne..

Bi hêviya ronahiyekê ne ku

Em canê xwe bispêrinê û rehet paldin..

Bi hêviya çiyayekî ne ku

Pêve hilkişin, dinya û alemê bibînin û

Kul, eş û birînên xwe nebînin..

* * *

Ezbenî! Ne hêsane ez dergehê gotinê bigirim û

Bilivim pêş..

Ne tu radiweste ezbenî û

Ne rê bi dawî dibe..?

* * *

Erê ezbenî!

Çendî spîbûn bi tirse?!

Bi tirse ku;

Em sayebûna wê bi tariyê

Bilewitînin..

* * *

Ezbenî! Dîroka me şilfîtazî li pêş me dimeşe

Bi dawîbûnan dagirtiye.

Kêm rûpel di tûrikê wê de parastîne

Kêm pênûsan li ser lat û zinarên wê

Nivîsîne..

Dîroka me bi keser derbas dibe,

Bi girî rojên me di buhirîn e..

Zimanê me; toşî talanê dibe,

Ji devê me didizin.. Û

Wiha bê dergevan,

Bê dost û yar em mabûn..

Bi tene çiya, çiya dost bû

Heval û hogir bû û dost maye..

* * *

Ezbenî! Hawara Xelefê Şûvî

Ji mîr Bedirxanê Botanî re

Zindî ye: (Ez Xelef im, Xelef im

Ez Xelefê Şûvî me

Xwediyê şûrê sedef im

Hawar e Mîr hawar e Mîr

Yezdan Şêr begê Botan e..!)

Nerazîbûna Xelefê Şûvî

Bi mîrîtiya Yezdan Şêr

Wefadarî û mêranî ye..

Pêdiviya me

Bi kesên wek wî û hawara wî hêjî heye..

* * *

Erê ezbenî, bela heyv were!

Bela dem were û çerx û dewran

Bifitilin..

Bela heyv were û bi me re meyê

Vexwe,

Xwe dûr neke û çiva nede xwe

Çendî ewir tarî be nikare heyvê veşêre..

* * *

Were baranê were!

Tofan bi derengî ket

Kûpê çiyayê Cûdî hêjî spî xuya dike

Gundê Heştêyan, bajarê Şernex û Cizîrê

Lavijên Botanî dixwazin..

Stranên me sarbûne..

Awazên me ziwa bûne..

Êdî nema Mihemed Arif Cizîrî

Strana Eyşana Elî dibêje û ne

Gerabêtê Xaço Strana Lawikê Metînî

Dinuhirîne..

Bibare baranê bibare

Şuristê vejîne,

Keskahiyê bi ser me de bibarîne..

Bela careke din kevoka aşîtiyê

Şaxekî darzeytûnê bi nikilkê xwe

Di asmanê welatê me de bigerîne,

Destpêka dîrokek nû

Di Rojhilata Navîn de biçîne û

Heyamekî nû bi ser me de bişîne

Erê heyamekî nû..

Konê Reş

Qamişlo

 

Şîrov

Nivisen Baldar nîne

1

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.