êş û kovan

ji parzûna eniya şev û rojan

bêdeng dipalin

bedena havînên giyanê tevizî

li tava germa qijilî

cemidî

li zîndanên koçberiyê

ez bûm

mehkûmê li benda dardakirinê

hezkirin

di kefenê daxwazan de

tarûmar bû

şaxên hêviya pêşeroja gumanbar

li xerîbiya xopan ziwa bûn

dêlikan

vîn û nasnemeya min

bi kelepçeyên rûreşiyê

girêdan

xwîn

ji keskesora asoya hinavên min

diniqute

min

demên hovane

bi dilovaniya hestên serxweş

dîl girtin

rîsê xeyalên veçirî

di tasa zêrînî de kom dikim

û ji nû ve dirêsim

ez

him nêzikî xwe me

him jî ji xwe dûr im

him di nava demê de

dijîm

him jî li derveyî demê me

li kendalên bobelata jiyanê

bi mirinê re

rêwitiya bêdawî dikim

çêja helbestên xwe

ji şevereşên xewle

werdigirim

 

 

 

Xizan Şîlan

2010-02-02

Stockholm


 

Şîrov

Nivisen Baldar:

  1. GALEGALA GIYAN / Xizan Şîlan ez ne destpêk im ne jî dûmahîk ne dişibim xwe...
  2. NE ŞEWITÎM NE JÎ VEMIRÎM / Xizan Şîlan Cîhana xewnên şîrîn di bîra kedereke nûdem de binax bû...
  3. BILBILÊ DILÊ MELÛL / Xizan Şîlan li demsalên bextewariya berbabûyî peleke ji dara xwe weşiyayî me...
  4. BAFİROKA DİLÊ XEŞÎM/Xizan Şîlan bi saya hestên ciwanmêr bêhêvîtiya şevên asîmana sayî silav dikim...
  5. PERDEYA XEYALÊN TAZÎ / Xizan Şîlan digerînim bi lorîna strana dilşewat bedena xwe yê tazî dinixumînim...

Tags

 

0 Şirov

Şîrova yekemîn ti binîvîse.

Şirovekê binivîse

 




 

 
 
 

Bi xer hatin Helbestvan

Giriş

Parolanızı mı unuttunuz?

Bu Siteye Üye Ol

Beşdarbûn

Beşdarbin, bi zimanê xwa binivîsin.