Ez ê herim
ez ê
şadrojên çûyî
têxime tûrê xwe û herim
bîranînên me
di dilê xwe de veşêrim
hêviyên xwe
li vir bihêlim
û evîna te
bi xwe re bibim
ez ê guhên xwe
bi şima bêdengiyê bigirim
qêrînên xwe bêdeng bibim û herim
çiyayê hesretê
di nava xwe de mezin bikim
wênê çavên te
li asîman bineqişînim
kenê xwe
bi ewran ve daleqînim
û
bi bêhnbaraniya çavan
ez ê herim
10.01.2011
Kamran Simo Hedilî
Şîrov
Nivisen Baldar:
- Henasa cinan ez girtim/Kamran Simo Hedilî xatirxwestina çavên te roj di nava min de veşart şev...
- hatime jibîrkirin/Kamran Simo Hedilî hatime jibîrkirin pencera biharê hatiye girtin û pelzeriya payîzê dixuye...
- Sinorê mergê min/Kamran Simo Hedilî nava min pirdengiya daristanê ye rastiyê li dîwana derewan...



0 Şirov
Şîrova yekemîn ti binîvîse.